Çal ê di çalakiyên Kobanê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Çal ê di çalakiyên Kobanê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Şakir Çal ê li Sêrtê tevlî çalakiyên xwedîderketina berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bû û di dema çalakiyê de bi çekê ji stûyê xwe birîndar bû, li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Şakir Çal ê di bûyerên şermezarkirinê yên Kobanê li Sêrtê di 8’ê Cotmehê bi çeke ji stûyê xwe birîndar bû, di 14 rojên têkoşîna xwe ya li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ya lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da. Çal tevî hemû hewldanan jî saet derdorê 16.00’an de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Çal ji bo otopsiyê ji nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Piştî Şakir Çal jiyana xwe ji dest da hejmara kesên di bûyerên li Sêrt û navçeyên wê de jiyana xwe ji dest dane giha 6’an. Hejmara yên li Kurdistan û metropolan Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane giha 45’an.