Cakarta di bin avê de ma

Cakarta ya ku paytexta Endonezyayê ye di bin avê de ma, herî kêm 5 kes mirin.

Vê hefteyê li Cakartayê lehî rabû, bi dehan rê di bin avê de man.

Li gorî daxuyaniyên rayedaran 4 jê zarok herî kêm 5 kes mirine. Saziya meteorolojiyê ya Endonezyayê diyar kir ku wê hefteya pêş baraneke zêde bibare û gel hişyar kir.

Lehiyê bandor li 200 taxên bajêr kir û 40 tax hê jî bi qasî 20 santîmetreyan di bin avê de ne.

Sala borî jî li Cakartayê lehî rabûbû û ji be hezandina axê herî kêm 67 kes miribûn.