'Bila korîdorek ji bo Çiyayê Şengalê bê vekirin'
'Bila korîdorek ji bo Çiyayê Şengalê bê vekirin'
'Bila korîdorek ji bo Çiyayê Şengalê bê vekirin'
Serokê Tevgera Azad a Demokratîk a Êzidiyan (TEVDA) Seîd Hesen Seîd diyar kir ku divê ji bo deh hezaran kesên li Çiyayê Şengalê asê mane korîdora mirovahiyê bê vekirin û got ku hewcedariya lezgîn bi kelûpelên zivistanê hene.
Li Çiyayê Şengalê bi deh hezaran Êzidî ev mehek zêde ye bi cîhanê re têkiliya wan qut bûye û tenê li ser teknolojiyê dikarin têkiliyê deynin. Ji bilî vê têkiliya wan bi derve re qut bûye.
Ev demeke dirêj e tu alîkarî negihiştiye Çiyayê Şengalê û ji ber ku rêya bejayî tune, alîkarî bi rêya hewayî pêk tên. Gel tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê li ber xwe didin û heta niha bi alîkariyên ku ji Rojava dihatin û di dema korîdor vekiribûn de li ser piyan diman. Serokê TEVDA Seîd Hesen Seîd diyar kir ku tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê gel ji bo ku dest ji axa xwe bernede amade ye ku berdêlê bide.
Seîd der barê rewşa Êzidiyan de axivî û diyar kir ku mirovên ku li wir dimînin, dixwazin li wir bimînin û wiha got: “Em keda kesên ku li vir mane pîroz dikin. Îro mirovên li vir mane ji bo ku ol û çanda xwe bidomînin îrade û fikra xwe li vir man. Me wek tevgera TEVDA’yê dît ku bi sedan Êzidî yên li Çiyayê Şengalê bi qirkirinê re rû bi rûne. Van mirovan jî ev dîtin. Ji bo berdewama Êzidiyatiyê, ji bo ku çanda wan tune nebe, çiyayê Şengalê tercih kirin. Çiyayê Şengalê ji bo gel gelek pîroz e. Ji ber vê sedemê mirovên li vir dimînin, em wateyê didin ked, berxwedana wan û em pîroz dibînin.Em wek TEVDA’yê li vir xebatên gel dimeşînin û xurekê belav dikin. Em bi gel re civînan pêk tînin. Ji aliyê TEVDA’yê ve hejmara malbatên ku hatin qeydkirin 1446 e. Li Çiyayê Şengalê di navbera 10-12 hezarî de mirov hene. Di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Pêwistî bi kon, cil û berg û pêlavan heye.”
Seîd destnîşan kir alîkariyên civakî û jiyanî yên li vir hatine kirin ji aliyê TEVDA’yê ve hatine kirin û heta niha ev mirov bi van alîkariyan li ser piyan mane. Seîd da zanîn ku ew wek TEVDA’yê heta niha di xizmeta gelê xwe de bûn, wê xizmeta xwe bidomînin û axaftina xwe wiha dewam kir, "Ji vedana konan bigirin heta belavkirina xurekê hevalên me yên TEVDA’yê kirin. Dîsa civîn û xebatên rêxistinkirinê jî em dimeşînin. Me li her kampê komîsyonek rêxistin kir. Ji bilî vê saziyên li Rojava ji bo me dibin alîkar. Dema ku korîdor vekiribû gelek alîkariya wan Jİ bo me çêbû. Alîkariyên hatine vir tenê ji Rojava hatine.
Dema ku gelek, mirovek û komek bi îrade bijî her cureyê zor û zehmetiyê çareser dike. Bi deh hezaran kesên li vir dimînin, bi îradeya xwe li vir dijîn. Îsal zivistan zû hat çiyayê Şengalê. Baran zêde barî. Malbatên li vir mane ji sedî 85 bê kon in. Zarok di bin baranê de dimînin û cil û bergên wan kêm in. Ji sedî 50’î zarok bê pêlav in. Dîsa jî bi bawerî û îradeya xwe li vir in.
Alîkariya ku tê xwestin hê negihiştiye. Tenê alîkariyên ji Rojava hatine gihiştine. Alîkariyên ji aliyê gelê me yê Kurd ve hatiye berhevkirin, gihiştin vir. Ji bilî vê ji aliyê hikûmeta Federal a Kurdistanê ve jî alîkariyên biçûk hatin kirin. Hewcedariya wan têr nehatiye çareserkirin. Alîkariyên pir biçûk bûn.”
Seîd di dewamiya axaftina xwe de got: “Rastiyek li vir heye. Di aliyê wijdanî, exlaqî de tiştên ku em dixwazin bêjin hene. Divê her kes xwe berpirs bibîne. Ev peywira me ya mirovahiyê ye. Bi taybet hikûmeta Bexda û hikûmeta Federal a Kurdistanê divê li dijî vî gelê li vir berpirs tevbigere. Hewcederiya vî gelî amûrên zivistanê heye. Hewa gelek sar e. Ji ber vê yekê divê korîdorek bê vekirin. Ger nikare bê vekirin jî divê hikûmeta Federal a Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê hemû derfetên xwe bikar bîne ji helîkopter pirekê ava bikin."
Seîd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê demildest korîdorek bê vekirin û destnîşan kir ku daxwaza wan ev e ku pêşengên Îslamê vê zilma DAIŞ’ê şermezar bikin û bêjin ku tu eleqeya van çeteyan bi Îslamê tune.