Bila kes ji medyaya kartel a dewletê bawer neke
Bila kes ji medyaya kartel a dewletê bawer neke
Bila kes ji medyaya kartel a dewletê bawer neke
Rojnamegerê dildar ê Misrî Ehmed Algamravî diyar kir ew ji agahiyên ku di çapemeniya kartel de derdikevin bawer nake û wiha got: "DAIŞ piştî ku Kobanê dagir bike hedefa wê gelên din ên herêmê be. Divê gelên Rojhilata Navîn li hemberî vê yekê bi hişyarî tevbigerin û ji nûçeyên çapemeniya kartel bawer nekin. Tiştên ku li vir rû didin ji tiştên ku ew dibêjin gelekî cudatir e."
Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ev 41 roj in berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Ji bo ev berxwedana dîrokî di cih de bibînin û piştgiriya Kobanê bikin di serî de ji Kurdistan û Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê hatin Pirsûsê. Di nava wan kesên ku hatin rojnameger jî hene. Welatiyên ku li gundên Pirsûsê bi cih bûne şerê Kobanê ji nêz ve dişopînin. Ji van welatiyan yek jê Murat Abdulkerîm û ku Ereb e û ji Himsê hatiye. Abdulkerîm ku xwendekarê beşa endezyarî ya Zanîngeha Şamê ye got ku ew şerê li Kobanê bi fikar temaşe dikin û wiha axivî: "Ez ji ber şerê li Sûriyeyê û êrîşên DAIŞ'ê hatim vir. Kobanê bombebaran dikin. Li vir hovîtiya DAIŞ'ê tê dîtin. Ji ber malbata min li wir ez ji jiyana wan bi fikar im."
Ji van kesên ku li ser sînor êrîşên ser Kobanê dişopîne yek jê rojanemgerê Misrî Ehmed Algamravî ye. Aliyê ku Elgamravî aniye ser sînor ji ber ku ew ji nûçeyên çapemeniya kartel a dewletê bawer nake û xwestiye tiştên li ser sînor diqewimin bi çavên xwe bibîne. Elgamravî diyar kir ku ew rojnamegerekî dildar e û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku ez ji çapemeniya kartel a dewletan bawer nakim hatim vir. Min xwest ez bi çavên xwe bibînim. Rêbaza herî rast a ku agahiyên rast bên wergirtin ev e. Her wiha ji bo tiştên li vir tên rû didin bibînim û piştgiriyê bidim Kobanê hatim vir."
Elgamravî anî ziman ku DAIŞ li Kobanê hovîtiyê pêk tîne û ev bang raya giştî ya navneteweyî kir: "Piştî ku DAIŞ Kobanê dagir bike vê carê êrîşî hemû gelên herêmê bike. Divê gelên Rojhilata Navîn li hemberî vê yekê bi hişyarî tevbigerin û ji nûçeyên çapemeniya kartel bawer nekin. Tiştên ku li vir tên jiyîn ji tiştên ku ew dibêjin gelekî cudatir e. Divê gelên Ereb ji çapemeniya kartel a xwe bawer neke."