Bi sedan kes beşdarî taziyeya Viyan bûn

Bi sedan kes beşdarî taziyeya Viyan bûn

Ji bo Sevîm Kaya bi nasnav Viyan a li Rojavayê Kurdistanê di encama şerekî di navbera hêzên YPG'ê û komên çete yên El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê hat vedan. Bi sedan mirov çûn taziyeya Kaya. Hevseroka Rêxistina BDP’ê  Fîgen Yaşar di axaftina xwe ya taziyeyê de got, "Em ê bi gerîlayan re ber bi azadiyê ve biçin.”

Ji bo Sevîm Kaya bi nasnav  Viyan a li Rojavayê Kurdistanê di encama şerekî di navbera Hêzên YPG’ê û  komên çete yên El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya Wanê konê taziyeyê hat vedan.  Bi sedan kes ji ber Navenda Çand û Huner a Nûda heta konê taziyeyê meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên Sevîm Kaya (Viyan) hatin hildan.  

Li cihê taziyeyê ku ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz hat girtin û şûnde Hevseroka Rêxistina BDP’ê Fîgen Yaşar axivî. Yaşar got, “Rêhevaleke jin, fermandareke jin a berxwedêr şehîd ketiye. Em îro pir xemgînin, lê di heman demê de em bi serbilindin jî. Em dizanin ku li çar parçeyên Kurdistanê berxwedane tê meşandin.”

Di taziyeyê de Dayika Viyan Halîme Kaya got, "Serê Rêbertî û gelê Kurd sax be." Bav Cemîl Kaya jî di axaftîna xwe de da xuyakirin ku keça wê şehîda gelê Kurd e.