'Bi pêşmerge re em weke artêşekê tevdigerin'
'Bi pêşmerge re em weke artêşekê tevdigerin'
'Bi pêşmerge re em weke artêşekê tevdigerin'
Ji Fermandarên YPG'ê yên Kobanê Mehmûd Berxwedan da xuyakirin, ku bi hatina pêşmergeyan ji bo Kobanê re, ji bilî koordînasyonê ew weke yek artêşê tevdigerin û got, "Pêşmerge bi fedekarî hewl dide ya jê tê xwestin bicih bîne."
Mehmûd Berxwedan diyar kir ku hêzên pêşmerge yên derbasî Kobanê bûne ji yekîneya çekên giran pêk tê û anî ziman ku hêzên pêşmerge li cihê tê xwestin, bi çekên giran derbên bi bandor li çeteyên DAIŞ'ê dixin.
Berxwedan bibîr xist ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de, însiyatîf di dawiya meha Cotmehê de ketiye destê hêzên YPG'ê û destnîşan kir ku bi Pêşmerge re ev însiyatîf qewîntir bûye.
Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan, der barê mijarên derbasbûna pêşmergeyan, rewşa sivîlan û asta dawî ya şer de bersiv da pirsên ANF'ê.
"JI KOORDÎNASYONÊKÊ WÊDETIR BI PÊŞMERGE RE EM WEKE YEK ARTÊŞÊ TEVDIGERIN"
Bi hatina hêza Pêşmerge ji bo Kobanê re, di navbera we de koordînasyon û têkiliyeke çawa derket holê?
Me hatina hêzeke Kurdistanî ji bo Kobanê, bi coş û kêfxweşî pêşwazî kirin. Li gelemperiya Kurdistanê rê li ber hesteke neteweyî vekir. Piştî Pêşmerge derbasî Kobanê bû, hem di pêşwazîkirin hem jî di hevdîtinan de têkiliyeke gelekî êrênî derket holê. Di navbera me û pêşmergeyan de diyalogeke xurt afiriye. Pêşmerge di hevdîtinan de destnîşan kir ku ew ji her tiştî re amade ne. Anîn ziman ku ew ji her şêwe plan û çalakiyê re amade ne, armanca hatina wan jî ev e. Hêza pêşmerge ya hatî ji yekîneya çekên giran pêk tê û di vî warî de ya dikeve ser milê wan bicih tîne. Di nava sê rojên derbasbûyî de, di nava koordînasyonê de em bi rêbazeke eglekî erênî tevdigerin. Ya rast ev e: Em ji koordînasyonê wêdetir, weke yek artêşê tevdigerin. Ne em ne jî ew xwe weke hêzên cuda nabînin. Pêşmerge ji bo parastin û berxwedana Kobanê, ya ji wan tê xwestin bi fedekariyeke mezin bicih tînin. Nûçeyên çapemeniya Tirk ên digotin, "Bêbiryar man. Hin ji pêşmergeyan fîrar kirin" ne rast in, bi armanca reşkirinê hatine weşandin. Bila gelê me û dostên me, bi van nûçeyên medya Tirk a karektera wê nûçeyên derew û şerê psîkolojîk e, bawer nekin. Pêşmerge li vir bi me re, li kêlema me şer dike. Biryardariya Pêşmerge bilind e. Û destnîşan dikin ku eger pêwîst be wê çek û hêzeke bêtir a pêşmergeyan bînin Kobanê.
"ÇEKÊN GIRAN ÊN PÊŞMERGEYAN BI BANDOR IN"
Bi hatina Pêşmergeyan re di rewşa şer de guhertinek çêbû?
Me bandora çekên giran ên Pêşmergeyan li gel xwe anîn, dîtin. Di nava bajêr de çekên giran zêde bi bandor nînin, lê belê li derveyî bajêr bi bandor in. Di hevsengiya şer de rê li ber guhertinekê vekir. Bandoreke cidî ya psîkolojîk li ser dijmin vekir. Li ku derê tê xwestin Pêşmerge li wir çekên giran bi bandor bikar anîn û bikar tînin. Em jî bi rêya we careke din ji wan re spasiyên xwe pêşkêş dikin.
"DAIŞ'Ê DI NAVA HEFTEYEKÊ DE JI WINDAHIYÊN JI DESTPÊKA ŞER Û VIR VE ZÊDETIR WINDAHÎ DA"
Di asta heyî de em êdî dikarin bêjin ku însiyatîf di destê YPG'ê de ye?
Ev ne rewşeke nû ye, însiyatîf ji destpêka vê mehê û vir ve di destê hêzên me de ye. Çete timî teqwiyeyan dikin. Ji derve hêzê tînin. Ji Reqa, ji herêmên din û hêzên xwe yên biyanî yên li derveyî Sûriyeyê jî tînin. Em dikarin bêjin ku ev teqwiya çeteyên DAIŞ'ê, rojane tê kirin. Di nava hefteyekê de, li gorî tespîtên me û agahiyên çavkaniyên me xwe gihandinê, bi sedan çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Dikare bê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê di nava hefteya dawî de, ji windahiyên ji destpêka şer heta niha daye bêtir windahî dane. Ev rewş jî nîşan dide ku însiyatîf ketiye destê hêzên me. Li her eniyê serdestî êdî ya me ye û em derbên giran li wan didin. Hêza çekên giran a Pêşmerge jî ev serdestiya me xurtir kir û tevkariyên girîng dike.
Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî vê rewşê teqwiyeyên nû dikin û hewl didin rewşê bi kêrî xwe veguherînin. Lê belê hemû teqwiyeyên çeteyên DAIŞ'ê rojane derbên giran dixwin û bêbandor dimînin.
"LI KOBANÊ SIVÎL DI ŞERT Û MERCÊN GIRAN DE DIJÎN"
Rewşa sivîlên li Kobanê çiye?
Rewşa sivîlên li Kobanê bêguman ne baş e. Di nava şer de dijîn. Jiyana wan a rojane di nava teqînan de derbas dibe; şer yekser bandorê li wan dike. DAIŞ her roj li navenda bajêr û qiraxên bajêr êrîşî sivîlan dike. Li aliyê din demsala zivistanê destpê kir û sivîl li binê konan ji pêwîstiyên jiyanî yên bingehîn bêpar hewl didin bijîn. Elektrîk û av nîne, mercên jiyanê gelekî giran in. Em dikarin bêjin ku di şert û mercên gelekî giran de dijîn.
"EM ÇALAKIYA HEVPAR RE ME DERBÊNG IRAN LI DAIŞ'Ê XISTIN"
Îro li eniya rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê we bi artêşa azad û Pêşmergeyan re çalakiyeke hevpar dan destpêkirin. Ev çalakî dewam dike? Hûn dikarin der barê çalakiyê de agahiyê bidin?
Ev çalakî ji aliyê Yekîneyên Parastinê yên Artêşa Azad û Pêşmerge/YPG'ê hat lidarxistin. Çalakiyê heta ber destê sibehê dewam kir. Li gundê Merza Erbuşanê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin. Hejmarek zêde çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. DAIŞ'ê piştî dayîna windahiyên giran, careke din teqwiye kir. Hêzên Pêşmerge di vê çalakiyê de çekên giran gelekî bi bandor bikar anîn û derbên giran li çeteyan dan.
Îro yekemcar bi Pêşmerge û Artêşa Azad ên hatin Kobanê re me di çarçoveya koordînasyoneke hevpar de çalakî lidar xistin û ji niha û pê ve jî ev çalakî û operasyonên me wê dewam bikin.
ÎDÎAYÊN "DI NAVBERA YPG Û ARTÊŞA AZAD DE PIRSGIRÊK HENE" BÊBINGEH IN
Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?
Dixwazim bersivê bidin hin îdîayên bêbingeh. Di navbera YPG û Artêşa Azad de pirsgirêk nîne. Îdîayên bi vî rengî yên bêbingeh tên kirin. Îdîayên dibêjin 'em Artêşa Azad naxwazin' bêbingeh û derew in. Nûçeyên li ser 'me hêzên ser bi Abdulcabba Egîdî yên hatine Kobanê qebûl nekirine' ne rast in. Ev nûçe û îdîa lîstika çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan e. Berevajî, em tifaqa xwe xurtir dikin û em ê xurtir bikin. Ez bawerim ku hêzên hatine û hêzên YPG ên 50 roj in li ber xwe didin, wê vê yekîtiya xwe di pêşerojê de dewma bikin.