Bi hezaran şervanê YPG'ê Katar oxir kirin

Bi hezaran şervanê YPG'ê Katar oxir kirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebubekir Katar ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Avga Masyayê ji hêla hezaran welatiyan ve hat definkirin.

Şervanê YPG'ê Ebubekir Katar (Pîro Cûdî) di berxwedana dîrokî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê tên meşandin de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê piştî otopsiyê ji bo definkirinê ber bi gundê Avga Masya ya Şirnexê bi rê ketin. Bi hezaran welatî rêya Cizîr û Şirnexê birin û bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana YPG/YPJê" pêşwazî kirin. Piştî nimêja cenazeyê ku li ser rê hatin kirin şûnde karwanê cenaze ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bi gundê Avga Masya ve bi rê ketin. Cenazeyê cenazeyê Katar li ser milên xwe kirin û li goristana gund definkirin.

Piştî merasîma definkirinê berdevkê MEYADER'a Botanê Mele Kasim Yîgît axivî. Mele Kasim got ku Katar şehîdê hemû gelên Kurd û Kurdistanê ye û da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê yên ku dijminê Îslamê ne ji hêla lehengên YPG/YPJ'e ve bên tunekirin.

Her wiha cenazeyê şervana YPJ'ê Eylem Duz (Elefterya Gever) ji bo li Geverê bê definkirin di seatên serê sibê de ji hêla polîs û tîmên taybet ve hat rawestandin. Ji ber vê yekê di navbera Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û polîsan de demek kurt nîqaş derket. Piştî ku polîsan pêşiya karwanê cenaze vekir careke din ber bi Geverê bi rê ketin."