Berxwedêrên berê xwe dan Kobanê bi bedena xwe YPG-YPJ nivîsin
Berxwedêrên berê xwe dan Kobanê bi bedena xwe YPG-YPJ nivîsin
Berxwedêrên berê xwe dan Kobanê bi bedena xwe YPG-YPJ nivîsin
Welatiyên li gundê Miseynter a sînorê Kobanê nobet digirtin, berê xwe dan Kobanê û bi bedena xwe nivîsa YPG-YPJ nivîsin û nobeta xwe dewrî nobedarê nû kirin.
Çalakiya nobetê ya li gundê sînor ên Pirsûsê berdewam dikin û bi armanca pêşî li derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê bigirin û piştgiriyê bidin Kobanê, ji aliyê koma nû ve dewr hat girtin. Welatiyên ji navçeyên Wêranşar, Serêkaniyê ya Rihayê û Antalya , Mêrsîn û gelek bajarên din hatin, li gundê Mîseynterê nobet dewr girtin. Nobedarên berê xwe dan Kobanê, hatin cem hev bi bedena xwe YPG û YPJ nivîsîn. Tîpa J ji aliyê jinan ve hat nivîsin û di merasîma dewrkirinê bi yek dengî ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin. Di merasîmê de dirûşmayên ‘Bijî Serok Apo, Bijî YPG-YPJ, Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.”