Berxwedana YPG'ê ya parastina Rojava dewam dike
Berxwedana YPG'ê ya parastina Rojava dewam dike
Berxwedana YPG'ê ya parastina Rojava dewam dike
Pevçûnên ku li herêmên Çelaxa, Serêkaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên komên çekdar Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Cephet El-Nusra destpê kiribûn, di roja 13’an de dom dikin. Komên ku xwestin bikevin Serêkaniyê rastî berxwedanek tund a YPG’ê hatin û paşve reviyan. Li Girê Spî jî 11 çekdar hatin kuştin.
Li Serêkaniyê Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Eniya El-Nusra, ji gundê Tel Xelef di duh saetên êvarê de dîsa bi topên hawanê êrîşî bajêr kirin. Di encama topên ku piraniya wan li Deriyê Sînor ê di navbera herdu Serêkaniyan de û derdora wê ketine de 4 kes birîndar bûn.
Topên komên çekdar her wiha li Serêkaniya Serxetê jî ketin. Hate gotin gelek gule li Mala Mamosteyan a Serêkaniya Serxetê ku rojnamevan jî tê de bûn ketine û rojnamevanan xwe spartiye pişt avahiyê. Her wiha hate gotin ku gelek gule li Mêvanxaneya Midûriyeta Perwerdeya Netewî û Taxa Aydinlik jî ketine. Hate ragihandin artêşa Tirk jî bi topan bersiv daye gulebarana komên çekdar.
YPG'Ê BERSIV DA
Piştî topbaranê komên çekdar xwestin ber bi Serêkaniyê ve pêş bikevin, lê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûnên dijwar derketin. Hate gotin ku di pevçûnan ku nêzî saetekê dom kir de, êrîşkaran gelek kuştî û birîndar dane û paşde reviyana aliyê Tel Xelef. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Piştî pevçûnan li bajêr niha bêdengî heye.
LI ÇELAXA PEVÇÛN DIDOMIN
Li herêma Çelaxa ya girêdayî Girkê Legê, pevçûnên di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê de dem bi dem dom dikin. Hate ragihandin ku piştî pevçûnên dijwar ên duh, komên çekdar xwe paşve kişandin gundên Girhok ku wekî baregeh bikar tînin û depoyên genim. Hate hînbûn ku pevçûn li dora gundên Girhok, Elî Axa û Yusufiyê bi çekên giran ên wekî hawan û doçkayan cîh bi cîh dom dikin.
LI GIRÊ SPÎ (TIL EBYAD) 11 ÇEKDAR HATIN KUŞTIN
Li Girê Spî (Til Ebyad) jî pevçûn cîh bi cîh dom dikin. Hate ragihadin ku duh li dora gundên Til Findir, Til Exder û Kendal pevçûnan dom kir û di encamê de 11 çekdar hatin kuştin. Li gorî çavkaniyên herêmê komên çekdar heta niha birîndar û kuştiyên dibirin aliyê Tirkiyê, lê îro dibin bajarê Reqayê. Her wiha hate gotin ku şevê din hinek kesan li navenda bajêr li derdorê gule barandine, lê tiştek li tu kesî nehatiye.
Li herêmê pevçûn cîh bi cîh dom dikin.