'Berxwedana Kobanê pêvajoyeke nû da destpêkirin'
'Berxwedana Kobanê pêvajoyeke nû da destpêkirin'
'Berxwedana Kobanê pêvajoyeke nû da destpêkirin'
Li paytexta Swêd Stockholmê, bi beşdariya Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên PYD'ê Zûhat Kobanê û rojnamevan Joakîm Medîn, konferansek hat lidarxistin.
Joakîm Medîn ku di dema giranbûna êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de yekem rojnamevanê rojavayî yê li herêmê bû, berî û iştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê çavdêriyên xwe yên li Kobanê û Pirsûsê, Zûhat Kobanê jî girîngiya Şoreşa Rojava û Kobanê anîn ziman.

BERXWEDANA ROJAVA BERXWEDANA SED SALÎ YE
Zûhat Kobanê da xuyakirin ku şoreşa Rojava ji bo Kurdan, berxwedan û şoreşa mezintirîn a sedsala dawî ye û destnîşan kir ku ji ber vê şoreşê statukoya bi Peymana Sykes-Picot derket holê têk bir, welatên Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê aciz kiriye.
Kobanê bibîr xist ku ev dewletên li ser înkara Kurdan ava bûne, ji bo Kurdan parçe bikin û pêşî li têkoşîna wan bigirin, li Sûriyeyê îstîxbarat xistine dewrê, li Iraqê "cahş", li Îranê "besîc" û li Tirkiyeyê jî sîstema "cerdevaniyê" bikar anîne.

XURTBÛN Û AVABÛNA HÊZA KURDAN TIRKIYE TIRSAND
Kobanê di dewama axaftina xwe de ragihand ku rêya meşandina polîtîkayê li Sûriyeyê, bi hêzbûyîn û rêxistinbûyînê dibe û destnîşan kir ku avabûna hêza Kurdan welatên herêmê bi taybetî jî rêveberên Tirkiyeyê tirsandiye.
Kobanê da zanîn ku Tirkiyeyê PYD û Kurd bi hevkariya bi rejîma Esad re sûcdar kiriye û piştî dît ev sûcdarî bi ser neket, vê carê ji bo fetisandina şoreşa Rojava dest bi ambargoyê kir û berê êrîşên çeteyên Îslamî da Rrojava.
Kobanê got, "Tevî hemû ambargo û êrîşan, me xebatên xwe yên avakirina sîstema demokratîk dewam kirin û xwe li hemberî êrîşan parastin. Xweseriya demokratîk a li Rojava ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya herêmê ji aliyê gelan ve bi erênî hat peşwazîkirin. Ji aliyê Ewropayê ve hat pejirandin. Di vê rewşê de hikûmeta AKP'ê bi rêya çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li hemberî Rojava zêde kir." Zûhat Kobanê destnîşan kir ku kantona Kobanê cihê destpêkirina şoreşa Rojava ji bo gelê Kurd semboleke û lewma hedef hatiye girtin.
Kobanê da xuyakirin ku DAIŞ û dewleta Tirk a destekê dide wan, tecrûbe û ezmûna 40 salan a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ji bîr kirine û destnîşan kir ku Kobanê ya zêdeyî 40 roj in li ber xwe dide, ber bi serketinê ve diçe.

ŞENGAL Û KOBANÊ BALA CÎHANÊ KIŞAND SER KURDAN
Rojnamevan Joakîm Medîn jî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û Kobanê bûne sedem ku Kurd xaka xwe biterikînin, lê di heman demê de bala hemû cîhanê kişandiye ser Kurdan.
Medîn di dema çûyîna Kobanê de astengiyên dewleta Tirk derxist pêşiya wî anî ziman û atmosfera li Kobanê vegot.
BOMBEBARAN DYA BÊBANDOR BÛ
Medîn ragihand ku piştî YPG'ê di 27'ê Îlonê de diyar kir ku DYA bombe li ser DAIŞ'ê barandiye, morala gel zêde bûye û her roj bi sedan Kobaniyî ji Pirsûsê vegeriyane. Medîn da zanîn ku bombebarana DYA bêbandor in û pêşî li xwenêzkirina çeteyên DAIŞ'ê negirtin û rewşa li Kobanê bi van gotinan anî ziman:
"Du caran bombe 200 metre li nêzî min ketin. Bombe li ser Kobanê dibariyan. Ji ber bandora bombeyan avahî dihejiyan û cam dişkestin. Min dît ku gelek mirovên sivîl ên ji ber bombeyan birîndar bûn, bi wesayîtên sivîl û yên kamûflekirî, radikirin nexweşxaneyan. Di nav wan de yên birîna wan gelekî giran jî hebûn. Di veşartina ciwanekî mir de, ez jî bûm alîkar.
Bombebaranên DYA li pêşiya DAIŞ'ê nedibûn asteng ku xwe nêzî bajêr bike. Di 2'ê Cotmehê de rêveberiya sivîl a Kobanê da xuyakirin ku DAIŞ li aliyê rojhilat bi qasî 200 metreyî nêzî bajêr bûye û biryar da ku gelê li herêmê bê veguhastin. Li herêmê, ji bilî rojnamevanên Kurd weke rojnamevanê Rojavayî ez hebûm. Ji min jî xwestin ku Kobanê biterikînim. Min dixwest li wir bimînim, lê ji min re gotin ku çêtir e ez Kobanê biterikînim û rewşa diqewime ji raya giştî ya cîhanê re ragihînim."
YPG Û YPJ'Ê LI DIJÎ DAIŞ'Ê BI LEHENGÎ LI BER XWE DAN
Medîn diyar kir ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de çekên gelekî pêşketî û giran ên malê DYA, Çîn û Rûsya hene, gerîlayên YPG û YPJ jî bi çekên sivik ên mîna kalaşnîkovê li dijî çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke lehengî nîşan dane.
Medîn anî ziman ku di rewşeke tevlîhev a hestan de ew neçar ma Kobanê biterikîne û got, "Dema min ew der terikand, moraleke xurt û daxwazeke mezin a şerkirinê hebû. Li navçeyê bi hezaran sivîl hebûn û navçe nediterikandin. Ji bo min rewşeke gelekî cuda ye ku li wir bimam û rewş ji cîhanê re ragihanda."
Piştî axaftinan Kobanê û Medîn pirsên beşdaran bersivandin.