Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovan hat silavkirin
Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovan hat silavkirin
Berxwedana Kobanê bi zincîra mirovan hat silavkirin
Li gel ku nobeta berxwedanê ya li ser sînorê Serxet û Binxetê didome jî, komên nû yên nobetê dewr digirin. Koma nû li ser sînor bi avakirina zîncîra ji mirovan berxwedana Kobanê silav kirin.
Ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, destekê bidin berxwedana Kobanê ji hêla hezaran welatiyan ve li ser sînor nobeta berxwedanê tê girtin. Ji van gundên ku nobeta berxwdanê lê tê girtin yek jê gundê Mehser e. Îro ji gelek deveran welatî hatin gund û tevlî nobeta berxwedanê bûn. Li gundê Miseynterê jî wekî her car çalakiya zîncîra ji mirovan hat lidarxistin. Bi sedan welatiyên ku di çalakiya zîncîra mirovan de hatin cem hev posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bênavber "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", " Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Kobanê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" berz kirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên Kobanê bi deqeyan çepik lê dan û zîncîra ji mirovan ava kirin.