Bersûcê tecawizê hat girtin
Bersûcê tecawizê hat girtin
Bersûcê tecawizê hat girtin
Li Giyadînê hat diyarkirin ku, ciwanê bi navê H.Ç. (17) keçmama xwe M.Ç ya 8 salî derb kiriye û tecawizî wê kiriye. H.Ç. yê hat binçavkirin, hat girtin û şandin girtîgehê.
Hat ragihandin ku, li gundê Taşkesen ê girêdayî navçeya Giyadîn a Agirî ber danê êvarî ciwanê bi navê H.Ç. (17) keçmama xwe M.Ç. derb kiriye û paşê tecawizî wê kiriye. Ferdên malbat ên çûne cihê bûyerê M.Ç bi awayekî ku ne li ser hişê xwe ye dîtine û paşê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê. Piştî mudaxeleya yekemîn ku M.Ç. sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî hatibû kirin îro şandin malê.
Ligel hat destnîşankirin ku leşkerên duh êvarî çûne gund H.Ç. binçav kirine û birine Fermandariya Boluka Cendermeyan a Giyadîn. H.Ç. ku danê nîvro jî derketiye pêşberî dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadagehê hat kirin. H.Ç. hat girtin û şandin girtîgehê.