Bêrîtan li Mexmûrê hat bîranîn

Bêrîtan li Mexmûrê hat bîranîn

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji bo gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bi sedan Mexmûrî tevlî merasîma bîranînê bûn.

Li Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî ji bo gerîlaya PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a di 1992’yan de jiyana xwe ji dest da bi beşdariya sedan kesan merasîma bîranînê hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Zelal Sêrt axivî. Zelal Sêrt anî ziman ku Bêrîtan weke şopgera Besê û Zarîfeyan li hemberî teslîmkariyê bersiva çalakiya herî rast e û wiha berdewam kir: “Di sala 1992’ yan de li hemberî têkoşîna azadiyê jialiyê dewleta Tirk û hêzên pêşmerge şerek dijwar hat despêkirin. Em vî şerî wek şerê îxanetê bi nav dikin. Lê hevala me Bêrîtan li hember vê îxanetê sekna herî bi çalak û radîkal da nîşandan. Ji bo ku radestî wan nebe xwe ji tehtan de avêt û jiyana xweji dest da. Em wek rêhevalên wê heya roja îro li ser şopa Bêrîtan meşiyan. Ger îro li Şengal keçên Kurd xwe di tehtan de diavêjin ev rastiya jina Kurd û Bêrîtan e.”

Sêrt di dawiya axaftina xwe de rewşên îro ku diqewimin û asta ku îro tevgera azadiyê hatiye nirxand û diyar kir ku ev hemû pêşketin keda Bêrîtan û hezaran şehîdên têkoşîna azadiyê ye.

Merasîm bi dirûşmayên “Şehîd Namirin” , “ Bijî RêberApo” , “ Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.