Bêkes ê biçûk herî zêde bêriya bisîkleta xwe
Bêkes ê biçûk herî zêde bêriya bisîkleta xwe
Bêkes ê biçûk herî zêde bêriya bisîkleta xwe
Bêkes Ehmed (7) ê ji bo Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bisîkleta xwe li pey xwe hiştiye û hatiye Pirsûsê dibêje ku dixwaza di demeke kurt de vegere gund û bi hevalên xwe re dîsa bi bisîkletê xwe ve bilîze.
Piştî di 15’ê Îlonê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê destpê kirin bi hezaran welatiyên Kobanê koçber bûn û hatin Pirsûsê û bajarên din ên herêmê. Welatiyên koçber bûn û hatin niha hewl didin bijin û piştî azadiya Kobanê jî vegerin axa xwe. Ji welatiyên ku koçber bûne hatine herî zêde jî zarok dixwazin vegeran Kobanê û xeyalên xwe bi cih bînin. Yek ji wan jî Bêkes Ehmed (7) ê biçûk e û dixwaze di demeke kurt de vegere û bi hevalên xwe re bi bisîkleta xwe re bilîze.
Malbata Ehmed a ji 5 kesan pêk tê û ji gundê Şîran a li herêma Kaniya Kurdan e koçber bûne hatine Pirsûsê li vir konbajarê ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatiye avakirin dimîne.
Navê Bêkes, bavê wî Osman Ehmed lê kiriye. Osman Ahmet dibêje ku ji ber li cihanê dostên gelê Kurd nîn in ev nav li kurê xwe kiriye. Navê Bêkes û Kobanê ya ku ev 42 roj in di bin êrîşa çeteyan de ye û cihan hemû çavên xwe lê digirin weke hev e.
PIR BÊRIYA KOBANÊ KIRIYE
Bêkes ê ku di nava rojê de li konbajar wekî zarokên din ên ji ber êrîşan koçber bûne û hatine li vir bi cih bûne dilîze, dibêje ku pir bêriya Kobanê kiriye. Bêkes tîne ziman ku gundê wan ji her derê xweşiktir e û herî zêde jî bêriya bisîkleta ku bavê wî dema li Cezayirê xebitiye jê re stendiye, kiriye. Malbata wî ya ji ber êrişan tenê çend parçe tişt bi xwe re anîne bisîkleta Bêkes jî li Kobanê hiştine.
DIXWAZE VEGERE GUND
Bêkes ê biçûk dibêje ku li gund dema xwe ya zêde bi siwarbûna bisîkleta xwe derbas dikir û dixwaze di demeke kurt de vegere gundê xwe û bi hevalên xwe re li kolanên gund li bisîkletê siwar be.