BDP: Suîqesta Rojava li dijî gelê Kurd e

BDP: Suîqesta Rojava li dijî gelê Kurd e

BDP’ê Suîqesta li dijî Endamê Desteya Bilind a Kurd Îso Huso bi zimanekî tund şermezar kirin. BDP’ê da diyar kirin ku, “ Suîqest li dijî gelê Kurd hatiye kirin” û bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna Rojavayê Kurdistanê bilind bikin.

Navenda Giştiya BDP’ê  girêdayî bûyera ku vê sibehê li Qamîşlo yê ku tê de Endamê Desteya Bilinda Kurd Îsa Huso bi suîqestekê jiyana xwe ji dest dayî de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku suiqestê bi zimanekî tund şermezar dike wiha ye:

“Vê sibehê Endamê Desteya Bilinda Kurd û Endamê Serokatiya Dîwana Meclisa Gel ya Rojava Îso Huso bi bûyerekî suîqestê hat qetilkirin. Ev hovîtî di kesayeta rêzdar Îso Huso de li himberî hemû gelê ku dixwaze rêveberiya xwe ya xweser ava bike û têkoşînek bi rûmet dimeşîne de pêk hat. Her çar parçeyên Kurdistanê heya niha li himberî êrişên wiha hovene û ne merdane herdem  berxwedan daye û wê berdewam jî bide.

Em weke BDP’ê vê êrîşa bi hovaneya li ser Îso Huso pêk hatî bi nerfet şermezar dikîn. Di destpêkê ji malbatê re ji hemû gelê kurdistanê re sersaxiyê dixwazîn û bi vê wesîleyê dîsan ji bang li hemû gelê xwe dikîn ku li têkoşîna azadiya gelê Rojava yê Kurdistanê xwedî derbikevîn.”