BDP'ê dijwariya li dijî sivîlan a li Misrê şermezar kir
BDP'ê dijwariya li dijî sivîlan a li Misrê şermezar kir
BDP'ê dijwariya li dijî sivîlan a li Misrê şermezar kir
BDP'ê, bûyerên li Misrê ku, di encamê de zêdeyî 120 kesan jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û xwest, tavilê dawî li djwariya li dijî sivîlan bê anîn.
Di daxuyaniya Navenda Giştî ya BPD'ê de hat destnîşankirin ku li Misrê piştî dabeya leşkerî rojên herî tarî, herî bi êş tên jiyîn û hat gotin, "Navgînên çapemeniyê ragihandin ku di encama destwerdana li xwepêşandanên li dijî darbeya leşkerî de bi dehan kesan jiyana xwe ji dst dane, bi sedan kes jî birîndar bûne. Di rewşeke ku li Sûriyê şerê navxweyî û drama mirovahiyê dewam dike de, nîşaneyên şerê navxweyî yên li Misrê, rê li ber fikar û gumanan vedikin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ku devera cîhanê dibe bila bibe, qebûl nabe ku hêzeke siyasî ji bingeha demokratîk bê dûrxistin" û hat xwestin, Serokkomarê hilbijartî yê hatiye binçavkirin Mûhammed Mûrsî tavilê bê berdan û di şert û mercên azad û wekhev de hilbijartinek adîl pêk were.
BDP'ê di daxuyaniya xwe de banga rawestandina dijwariyê kir û aliyên pirsgirêkê û saziyên navnetewî vexwend ku bi berpirsyarî rabin:
"Divê dijwariya li Misrê ku bi rîska belavbûnê re rû bi rû ye, tavilê bi dawî bibe. Em tundiya li dijî sivîlên mafên xwe yên demokratîk bikartînin, tê nîşandan şermezar dikin. Hêvîdarin ku wê aştî û edaleta pêwistiya Rojhilata Navîn pê heye, têkûz bibin. Ji birîndaran re şîfa û ji tevahiya Misir û gelên cîhanê re jî sersaxiyê dixwazin."