Bazirganan li Cîbûrtê koçber avêtin avê, bikêmanî 20 kes mirin

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî, bazirganan bi dehan koçber avêtine avê û li gorî vê bi kêmanî 20 koçber mirine.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî, bazirganan bi dehan koçber li Bendava Aden a dikeve navbera Cîbûtî û Yemenê avêtine avê.

Berdevkê Rojhilatê Efrîqa û Qoç a Efrîqa Yvonne Ndege ji AFP’ê re axivî got: “Yên sax mayîn diyarkirin ku herî kêm 20 kes mirine. Hê jî hinek winda ne. Li peravê 5 cenaze hatin dîtin.”