Bayik: Planên AKP’ê yê Kobanê têk çûn
Bayik: Planên AKP’ê yê Kobanê têk çûn
Bayik: Planên AKP’ê yê Kobanê têk çûn
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku planên hikûmeta AKP’ê yên li Kobanê têk çûne û da zanîn ku dewleta Tirk tenê maye, ketiye tengasiyê û di qada navneteweyî de di tecrîdê ye. Bayik got: “Berxwedana li Kobanê gihiştiye asteke navneteweyî û gerdûnî. Berxwenake bi vî rengî ji derve yan jî ji hundir têkbirin wisa ne pêkane. Ji ber ku berxwedana Kobanê her diçe mezin dibe."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di roportaja xwe ya di Stêrk TV de hatiye weşandin de li ser berxwedana Kobanê û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya Kobanê de nirxandin kir.
Bayik da zanîn ku gelek kesî texmîn nedikir ku berxwedana Kobanê bi ser bikve û hemû hesab li ser ketina Kobanê hatibû kirin. Bayik got: “Lê Kobanê surprîzek mezin kir û bendewariyên her kesî vala derxist. Berxwedanek mezin danî holê. Piştî ku dîtin ku ev berxwedan têk naçe vê carê li gorî berxwedanê hesab kirin.
Bayik bi lêv kir ku li piştî vî şerî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê heye û wiha got: “Hinek armancên dewleta tirk hene. Yek ji van xistina Kobanê û tasfiyekirina Kantonane. Ji ber ku statuya Kurdên Rojava pêk bê û li Bakur jî neçare statuya Kurdan bê nasîn.
Ji ber vê dixwaze tune bike û vê jî bi DAIŞ’ê re dike. Armanca wan ya din jî eve ku li Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn di polîtîkayan de giraniya xwe dane holê. Ji ber ku polîtîkaya tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn rizya. Bi DAIŞ’ê re dixwaze ji nûve bibe hêz. Dixwaze Kurdan ji Kobanê derxe û wir bikin Ereb.
Bayik di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û li gorî wan ev plan gelek bi xetere û planeke ku dê Tirkiyeyê biqedîne ye.
POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ TÊK ÇÛN
Bayik got, "Di esasê de polîtîkayên Tirkiyeyê têk çûn. Tirkiye tenê maye û ketiye tengasiyê. Di qada navneteweyî de tecrîd bû. Qada navneteweyî li dijî DAIŞ’ê koalîsyon ava kir. Xwest Tirkiye jî bikeve koalîsyonê. Lê Tirkiye destpêkê neketê. Nekarîbû biketayê. Ji ber ku ger biketayê dê hemû têkiliyên wan yên bi DAIŞ’ê re derketiba holê û ev ji bo Tirkiyeyê gelek bi xeter bû.Lê hêzê koalîasyonê ji bo Tirkiye bikeve koalîasyonê û korîdorê ve bike da zorê. Tirkiyeyê hinek şert dan pêş û got ew ev pêk bên dê bikevê. Şertê wan çibû, hilweşandina rejîma Sûriyê, nenaskirina rêveberiyên Kantonan, herêmeke bi ewle bê avakirin- herêma qedexe bê avakirin. Lê hêzên koalîsyonê ev qebûl nekir. Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re xes berê xwe bidin YPG û PKK’ê. Tirkiyeyê dixwest ku çawa ku hêzên koalîsyonên li dijî DAIŞ’ê tê dikoşin, bila li dijî PKK, YPG û PYD’ê jî tê bikoşin. Armanca Tirkiyeyê ev bû ev koalîsyon berê xwe bide Rojava û PKK’ê. Lê hêzên navneteweyî ev manevrayên taktîkê yê Tirkiyeyê baş dîtin û bûn xwedî helwest."
Bayik balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kurdan û da zanîn ku dema êrîş zêde bûn, bi kongreyekê hêzên parastina hevpar a ku divê pêk bihata di pratîkê de pêk hat. Bayik wiha pê de çû: “ Li Şengal, Mexmur, Laleş û gelek cihên di gerîla ji bo parastina qezencên Başûr çûn giran. Bi Peşmger û gelê Başûr re qezencên xwe parastin. Pêşî li girt ku DAIŞ van qezencan bike xetereyê. Ev geşedaneke girîng û erênî bû. Vê ev danî holê;yanî ger ku gerîla û peşmeger bi hev re tevbigerin dikare li pêş DAIŞ’ê bi ser bikeve û Kurdistanê biparêze. Dikare gelê Kurd û berjewendiyên Kurdan bikin bin ewlehiyê."
Erdogan dibêje min ev pêşniyar kiriye. Lê ev ne raste. Piştre Birêz Mesud Barzanî wî ji bo Obama teklîf kiriye û di esasa pêşniyara DYA’yê bi Tirkiyeyê ev daye qebûlkirin. Di esasê de ne girînge ku kê ev gotiye. Ya girîng ku têkoşîna hevpar ya gerîla û peşmergeyane. Têkoşîna wan ya li Kobanê ye. Ev gelek xwezayiye. Rewşa ku tê xwestin jî eve. Kes jî nekare li dijî vê bisekine.
Bayik da zanîn ku Tirkiye ji ber ku di qada navneteweyî de tenê maye û ketiye tengasiyê mijara peşmergeyan bikartîne û wiha pê de çû: “Tirkiye ji ber ku teşhîr bûye û ji bo vê îmajê ji ser xwe bavêje vê pêk tîne. Hewcedariya Tirkiyeyê bi piştgiriya Kurdan heye.Ger AKP piştgiriya Kurdan negire nekare di hilbijartinên 2015’an de bi ser bikve. Îmaja wê ya li cem kurdan jî gelek ne başe.
Bayik diyar kir ku dê di stratejiya riya sêyemîn de guherînekê pêk neynin û wih agot: “ Ger we jî dîtibe ji serî de ne ligel muxalefet û ne jî ligel rejîmê helwest girtin. çima? Ji ber ku herduyan jî têkoşîna desthilatdariyê didan. Her duyan jî mafê Kurdên Rojava qebûl nedikir.Ji ber vê jî her du jî heman tişt bûn. Ji ber vê jî ne rast bû ku Kurd muxalefet an jî rejîmê bigirin. Ji bo Kurdan rejîm çibe muxalefet jî ev bû.
Em wek PKK dibêjin; kî dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û mafên gelê Kurd qebû bike em bi wan re dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Em nabêjin îla em ê bi vê hêzê re pirsgirêkê çareser dikin an jî bi vê re çareser nakin. Ki ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurd xizmetê bike kî li dijî Kurdan rêzdar be Kurd jî dê wan qebûl bikin"
Bayik li ser pirsa ‘projeya DAIŞ’ê bi Tirkiyeyê sînore, aktorên herêmî û global jî têde hene an na? De jî axivî û wiha got: “DAIŞ niha xwe dispêre tiştekî. Di nava Erebên Sunnî de pişta xwe daye tiştekî. Divê ev bê dîtin. Dîsa DAIŞ xwe dispêre dîrok û çanda Rojhilata Navîn. Ev çand jî bi giranî çanda îslamiye. Ger hun bibînin DAIŞ xîtabê dîrokê, aliyên sunnî jî dike. Lê DAIŞ li ser vê pêş neket.DAIŞ heta sala borî rêxistinek biçûk bû. Lê di salekê de evqas mezin bû. Ev ne hêza xweser a DAIŞ’ê ye. Van hêzan DAIŞ bi lez mezin kir û anî vê rojê. Katar û Erebîstanê çek û pere danê. Dîsa Urdun û Tirkiyeyê ji serî de piştgirî danê. Heta endamên daîreya harp a taybet bi xwe di nava DAIŞ’ê de cih girtin.
Bayik di dewama axaftina xwe de bilêv kir ku dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin û wiha berdewam kirin: “Lê encamekê nekarin bigirin. Li Lîbya, Misir, Iraq, Suriye, Yemen û Afganîstanê encamên ku tê xwestin bigirin, bi dest nexistin."
TIRKIYEYÊ DEST JI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN ÎNKARÊ BERNEDAYE
Bayik got: “Tirkiyeyê dest ji polîtîkayên xwe yên înkarê bernedaye. Ger ku berdana dê pirsgirêka Kurd çareser bikira. Çareserkirin avan tê wateya esasgirtina neteweyeke demokratîk. Ev jî ji xwe bo berjewendiya Tirkiyeyê ye. Ger ku hun bala xwe bidinê Rêber Apo, PKK di vê de israr dike. Ger ku di vê mijarê de Tirkiye pêngavê navêje, Suriye û Iraq ket kîjan rewşê dê Tirkiye jî bikeve heman rewşê."
Bayik da zanîn ku ji PKK’ê dixwazin kontrola cemawerî bikin û got ew bi rastî jî vê wek pêkenokê dibîne û got: “Di esasê de ev bandora PKK’ê ya li ser civakê jî nîşan dide. Dibe ku beyî ferq bikin vê qebûl dikin. Li aliyekî tehdîdan dikin û li aliyê din jî hinek şertan didin ber PKK’ê û dibêjin û bila PKK kontrala cemawerî pêk bîne. Ev jî lixwemikûr hatina hikûmeta Tirke. Dewleta tirk nekare vê bike. Lê dibêjin PKK dikare vê bike. Ez bawerim her kes jî dizane ev tê çi wateyê.