Banga; li dijî êrîşên komên çete bêdeng nemînin
Banga; li dijî êrîşên komên çete bêdeng nemînin
Banga; li dijî êrîşên komên çete bêdeng nemînin
Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra daxuyanek nivîskî weşand û diyar kir ku, êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê li dijî exlaqê mirovahî û ola Îslamê ye. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger jî li ber navenda xwe ya li Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşan daxuyaniyek dan.
Saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra daxuyanek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra hate şermezarkirin û bang li hemû rêxistin, sazî û partiyên siyasî hate kirin da ku li dijî êrîşan bê deng nemînin.
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên komên çekdar li dijî mirovahî, zagonên îslamî û navnetewî hat binavkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de şervanên YPG’ê, YPJ’ê û Asayîşê yên ku ji bo parastina herêmê canê xwe feda kirine hatin bibîranîn û piştgiriya bi şervanên YPG’ê re hate nîşandan.
BANGA; TEVLÎ NAVA REFÊN YPG’Ê BIBIN
Duh êvarê jî bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li ber avahiya Medînet El-Şebab hatin cem hev û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Eniya El-Nusra hate şermezarkirin û bang li ciwanên Rojava bi hemû pêkhateyên wê hate kirin da ku tevlî nava refên YPG’ê bibin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên komên çete li dijî hebûna gelê Kurd li herêmê pêk tên û hate gotin ku, ciwanên Rojava bi hemû hêza xwe dê li dijî êrîşan derkevin û wê rê nedin êrîşkaran ku îradeya gelê herêmê bişkînin.
Di daxuyaniyê de bang li ciwanên Rojava yên koçber bûne hate kirin ku vegerin welatê xwe û parastina destkeftiyên gelê Kurd bikin.
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de dan zanîn ku, YPG hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê diparêze û bang li ciwanan kir da ku tevlî nava refên YPG’ê bibin.