Balûken hevdîtina TSK-DAIŞ'ê ji Davûtoglû pirsî
Balûken hevdîtina TSK-DAIŞ'ê ji Davûtoglû pirsî
Balûken hevdîtina TSK-DAIŞ'ê ji Davûtoglû pirsî
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, hevdîtina leşkerên artêşa Tirk (TSK) û çeteyên DAIŞ'ê xist rojeva meclîsê û ji Davûtoglû pirsa "Fermana hevdîtinê ji aliyê kê ve hatiye dayîn û ev têkilî bi çi rengî hatiye danîn? Naveroka hevdîtinê çi ye?" pirsî.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, der barê hevdîtina leşkerên Tirk û çeteyên DAIŞ'ê de, pêşniyar pirsek pêşkêş kir û xwest Serokwezîr Ahmet Davûtoglû bersiva wê bide.
Balûken di pêşniyar pirsê de bal kişand ser dîmenên 27'ê Cotmeha 2014'an ên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) kişandiye, ku tê de xuya dikir leşkerên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê li gel bûn û hevdîtin dikirin û piştî hevdîtinê jî xatir ji hev dixwestin.
'KÊ FERMANA HEVDÎTINÊ DA; MIJARA VÊ HEVDÎTINÊ ÇI BÛ?'
Balûken ji Davûtoglû xwest, ku bersiva van pirsan bide:
"Leşkerên bi çeteyên DAIŞ'ê re hevdîtin kirine kî ne? Fermana hevdîtinê ji aliyê kê ve hatiye dayîn û ev pêwendî bi çi rengî pêk hatiye?
Hevdîtina bi çeteyên DAIŞ'ê yên di destê wan de çek hene, hiqûqî ye? Eger ne hiqûqî be, wê der barê leşkerên hevdîtin kirine û yên fermana hevdîtinê dane lêpirsîn bê destpêkirin?
Naveroka vê hevdîtina bi çeteyên DAIŞ'ê re çi bû?
Li gorî van dîmenên derketin holê, hevdîtinên di navbera leşkeran û çeteyên DAIŞ'ê de çiqasî tên kirin?
Der heqê periyodên hevdîtinan de agahî li ber destê we hene?
Di çarçoveya lêpirsînan de leşker yan jî personelên îdarî û mulkî yên wezîfeya wan hatine betalkirin, hene?"