Asya Ebdûllah: Em ê di demeke nêz de mizgîniyê bidin

Asya Ebdûllah: Em ê di demeke nêz de mizgîniyê bidin

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah bi rêya telefonê ji nobedarên berxwedanê yên li ser sînor re axivî û got, "Berxwedaneke mezin tê nîşandan. Em ê di demeke nêz de mizgîniya azadiya Kobanê bidin." Ebdûllah nerazîbûn nîşanî Erdogan ê digot "Kobanê bajarekî Ereban e" da û destnîşan kir ku Kobanê her tim bajarekî Kurdan bûye.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah, bi rêya telefonê ji nobedarên berxwedanê yên li gundê Mehser ê li Pirsûsê re axivî. Asya Ebdûllah ku ji telefona Endama Desteya Bicihanînê ya KCD'ê Feleknas Ûca ji welatiyan re axivî, nobedarên berxwedanê silav kir. Ebdûllah got, "Hûn berxwedaneke bi rûmet dimeşînin. Bi saya we, tevahiya cîhan bi berxwedana Kobanê hesiya" û destnîşan kir ku ne tenê gel, şervanên YPG/YPJ jî hêz û moraleke ji nobeda berxwedanê digirin. Asya Ebdûllah bal kişand ser pevçûnên li Kobanê û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê yên ji şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin, asê mane. Asya Ebdûllah got, "Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî berxwedana YPG/YPJ'ê zehmetiyan dikşînin, bi hilweşandin û şewitandina malan tolê hiltînin. Lê belê ti êrîşan wan wê bi ser nekevin. Serketin wê ya gelên berxwedêr be, serketin wê ya me be."

Asya Ebdûllah ragihand ku li Kobanê berxwedaneke mezin tê nîşandan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Divê çalakiyên we yên destekkirinê dewam bikin. Di demeke gelekî nêz de em ê mizgîniya azadiya Kobanê bidin we. Dûre jî em ê li Kobanê li benda we hemûyan bin." Asya Ebdûllah diyar kir ku hin hêzên navneteweyî û herêmî yên serkêşiya wan Tirkiye dike, li hemberî Kobanê di nava lîstik û hesabên qirêj de ne û destnîşan kir ku lîstik û hesabê çeteyên DAIŞ'ê xwedî dikin, wê nikaribin li ber berxwedanê bisekinin.

Ebdûllah nerazîbûneke tund nîşanî Serokomar Tayyîp Erdogan ê digot "Kobanê bajarekî Ereban e" da û û wiha axivî: "Bila her kes sînorê xwe bizanibe." Ebdûllah destnîşan kir ku Kobanê her tim bajarekî Kurdan bûye. Di dawiya axaftina Asya Ebdûllah de, nobedarên berxwedanê ku bi baldariyeke mezin li Ebdûllah guhdarî kirin, dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan.