Artêşa Tirk operasyonên xwe zêde kirin
Artêşa Tirk operasyonên xwe zêde kirin
Artêşa Tirk operasyonên xwe zêde kirin
Liv û tevgera balafirên artêşa Tirk li ser herêmên Zap û Xakûrkê yên girêdayî Herêmên Parastina Medya çêbû. Ji qereqolên Navyana Şêxan û Çilê Nimêja yên girêdayî Şirnexê herêmên derdora xwe dan ber topên obûs û hewanan. Artêşa Tirk li herêma Mişare ya derdorê Çiyayê Gabar, Zen Kurek a girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê, gundên Daş Koyurek û herêma Tanas operasyon pêk anîn. Li Gimgimê û Kosola ya girêdayî Erdahan artêşa Tirk keşif pêk anîn.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk 21’ê Cotmehê di navbera saet 15.00 û 16.30’an de li herêma Zapê, saet 18.30 û 19.00’an li herêmên Gostê û Artê yên girêdayî herêma Xakûrkê yên Herêma Parastina Medya geriyane.
LI ŞIRNEX-MIŞARÊ OPERASYON
HPG’ê got: “21’ê Cotmehê di saetên şevê de li herêma Mişarê ya derdorê Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve operasyon hatiye destpêkirin” û diyar kir ku cerdevanên gundên Reşîne, Serxetê û Buzuka jî tevlî vê operasyonê bûne. NÇR-HPG’ê her wiha aşkera kir ku gelê herêmê jî li ser vê yekê hatine cihê operasyonê û çalakiyek bi girseyî dane destpêkirin.
NÇR-HPG’ê diyar kir ku sê rojên dawî ne ji qereqolên Çilê Nimêja û Navyana Şêxan ên girêdayî Şirnexê derdorê didin ber topên hewan û obusan û wiha got: "Herêmên Şehrîban, Girê Derman û Rusor jî hatine topbarankirin.”
LI DÊRSIMÊ OPERASYON
NÇR-HPG’ê ragihandin ku artêşa Tirk 20’ê Cotmehê di saetên sibehê de li herêma Tanes û gundên Daş Kurek û Zen Kurek ên girêdayî navçeya Xozat a Dêrsimê operasyon dane destpêkirin û operasyon di saetên şevê de bi şêweyekî bê encam paşde ziviriye.
LI GIMGIM Û KOSOLA GERÊN KEŞIFÊ
NÇR-HPG’ê diyar kir balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 21’ê Cotmehê li navçeya Gimgim a Mûşê gelek keşif pêk anîne. Her wiha diyar kir ku îro saet 06.30’an de artêşa Tirk li hemberî Şehîdgeha Gimgim bi kobrayan operasyon dane destpêkirin. NÇR-HPG’ê diyar kir di vê operasyonê de konên gel ên li derdora Şehîdgeha Gimgim jî hatine şewitandin.
NÇR-HPG’ê diyar kir artêşa Tirk 21’ê Cotmehê di navbera saet 11.00 û 15.00’an de li ser herêma Kosol a girêdayî Erdehanê jî bi balafirên bêmirov keşif pêk anîne.