Artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk li herêma Girê Çolya ya Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Piştî agahiya operasyonê hate bihîstin, gel berê xwe da herêma operasyonê.

Li herêma girê Çolya ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê di saetên êvarê de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate zanîn ku helîkopter jî piştgiriyê didin operasyona leşkerî û li herêmê dengê çekan tê.

Piştî ku operasyona leşkerî ji aliyê gel ve hate bihistin gelê Sîlopiyayê ber bi herêma operasyonê ve bi rê ket. Gel li nêzî gundê Uyanikê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û hate dîtin ku wesayîtên leşkerî ber bi herêma operasyonê ve diçin.