Artêşa Tirk di nav tevgereke zêde ya leşkerî de ye

Artêşa Tirk di nav tevgereke zêde ya leşkerî de ye

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG'ê (NÇR-HPG)'ê diyar kir ku helîkopterên kobra yên artêşa Tirk 25’ê Cotmehê qadên gundê Memkovan, Yekmalê û Tepê Muşanê yên girêdayê navçeya Gever a Colemergê bombardûman kirine û piştî bombardûmanê leşker li heremê hatine bicihkirin. NÇR-HPG, da xuyakirin ku 27’ê Cotmehê saet 08.30'an du wesayîtên sivîl ên ji Qerekola Bîlîcan a li sînorê herêma Zapê ye bi armanca keşfê hatine heta Tepê Ewlekariyê yêndi kontrola gerîlayên HPG’ê de.

NÇR-HPG ku daxuyaniyeke niviskî weşand û diyar kir ku helîkopterên kobra yên artêşa Tirk 25’ê Cotmehê qadên gundê Memkovan, Yekmalê û Tepê Muşanê yên girêdayî navçeya Gever a Colemergê bombardûman kirine û piştî bombardûmanê leşker li heremê hatine bicihkirin”. NÇR HPG got,  "Her çiqasî operasyon bi qismî vekişiyaye jî li Gever û derdora wê berdewam dike."

‘GERÎLAYAN BI ÇEKÊN GIRAN BERSIV DAN’

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê da xuyakirin ku 27’ê Cotmehê saet 08.30'an du wesayîtên sîvîl ên ji Qerekola Bîlîcan a li sînorê herêma Zapê ye bi armanca keşfê hatine heta Tepê Ewlekariyê yê di kontrola gerîlayên HPG’ê de û got, “Gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane van wesayîtên ku di nav tevgereke operasyonel de bûn. Li vir leşkerek birîndar bûye û wesayîtek hatiye derbkirin. Wesayîta ku hatiye derbkirin heya saet 20.00'an li heremê maye, piştî balafirên keşfê hatine heremê artêşa Tirk a dagirker wesayît kişandine qereqolê. Tevgera leşkerî ya Qereqola Bîlîcan berdewam dike.”

LI GABAR TEVGERA BALAFIRÊN ŞER

NÇR HPG di berdewama daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku 27’ê Cotmehê saet di navbera 19.00 û 20.00'an de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser Çiyayê Gabarê yê girêdayî Şirnexê geriyane û ev xisûs destnîşan kir, “Dîsa ji 27’ê Cotmehê heta saetên sibê yên îro balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê bi awayekî zêde geriyan.

Di rojên dawî de artêşa dagirker a Tirk li heremê Bilika, Herbol û Cilbiya yên girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê operasyonên berfireh lidar dixe."

NÇR HPG diyar kir ku, artêşa Tirk li gundê Kanîkorkê yê girêdayî Bazîda Agirî 27’ê Cotmehê bi wesayîtên leşkerî bi awayekî zêde rê kontrol kirine.