8 kesên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
8 kesên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
8 kesên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, hatin veşartin
Cenazeyê 8 kesên di pevçûna li navçeya Amed Bismilê de jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiyê li Farqînê hat veşartin.
Li navçeya Amed Bismilê duh êvarî di pevçûna li ser zêwî ya navbera gundiyên Baş û Gilhabeş de, 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 4 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyên Omer, Ahmet, Mûstafa, Îskan, Farûk, Fûat, Mûzaffer û Berat Ustun ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û birin navçeya Farqînê.
Di merasîma veşartina cenazeyê 8 welatiyan de, li gel Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede û Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, nêzî 3 hezar kes amade bûn.