5 şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

5 şervanên YPG’ê ji aliyê hezaran ve hatin birêkirin

5 şervanên YPG’ê yên di Berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Pirsûsa Riha ji aliyê hezaran kesî ve hatin veşartin. Ji ber merasîma cenazeyên şervanên Kurd derabeyên dikan û kargehan hatin daxistin.

Cenazeyên şervanên Kurd Gelî Cigerxwîn, Ehmed Hesen, Xelîl Hesen, Şiyar Amed û Mehmet Şahîn ên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê endamên MEYADER’ê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hatin wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.  Bi hezaran kesên tevlî merasimê bûn dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedan Kobanê”, “Qatîl DAIŞ, hevkar AKP”, “Bijî Serok Apo” gotin.  Bi hezaran kesên tevlî merasimê bûn bi sirûda “Çerxa Şoreş”ê darbesta şervanên Kurd danîn ser milê xwe û ber bi goristanê ve bi rê ketin. Parlamenterên HDP’ê, endamên heyeta Awûstûrya û rêveberên DBP’ê jî tevlî merasîmê bûn.

Piştî cenazeyên şervanên Kurd spartin axê, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş axivî û got: “Wan bi berxwedan û sekna xwe rêya rast nîşanî me dan. Bila çavên wan li pişt wan nemînin. Gelek li ser rêya wan dimeşin. Êdî li her derê cîhanê mirovan berê xwe dane Kobanê. Ew bûn bûk û zavayên Kurdistanê.”

CIHÊ ME NE KON IN, CIHÊ ME BERXWEDANA KOBANÊ YE

Piştre Endama Meclîsa Gela Kantona Kobanê Feîze Ebdî jî got: “Şehîdên me tu sînoran nas nekirin. Niha cihê me kon in, cihê me berxwedana Kobanê ye.” Ebdî ev bang kir: “Kobanê ne bi tenê ye. Bi saya berxwedana YPG û YPJ’ê her kesê Kobanê nas kir. Bi berxwedana Kobanê di dilê Kurdistanê de peykerê azadiyê hate çikandin. Her kesê digot, ‘Kobanê ket û wê bikeve’, lê YPG’ê nîşanî her kesî da ku wê Kobanê neveke. Bila jin û zarok tenê li Bakurê Kurdistanê bimînin. Cihê me ne ev der e, cihê me berxwedana Kobanê ye. Em destekê bidin Kobanê.”

‘EM Ê ÇAWA AŞTIYÊ BI YÊN KU BIRÎNDARAN DIGIRIN RE BIKIN’

Parlamentera Serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç a “Em ne muhtacê pêvajoya çareseriyê ne” da û got: “Ger ew ne muhtac bin, em jî ne muhtac in. Em ê çawa bibin birayên yên ku şervanên birîndar ên YPG’ê digirin. Em çawa behsa aştiyê bikin.”

Tugluk got: “Îro li Kobanê dîrok ji nû ve bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Êdî ne cîhan ne dîrok û ne jî çeteyên DAIŞ’ê wê tu kes nikaribe vê berxwedanê ji bîr bike. Gelê Rojava xwest bi nasnameya xwe ya azad bijî.  Lê li hemberî vê yekê tehemûl nekirin. Berdêlên azadiyê hene, ger pêwîst bike em ê hemû berdêlan bidin, ew ê neçar bimînin ku statuya Rojava nas bikin.”