4 gumanbarên birîndar ên bûyera Bismilê ji aliyê polîsan ve tên parastin
4 gumanbarên birîndar ên bûyera Bismilê ji aliyê polîsan ve tên parastin
4 gumanbarên birîndar ên bûyera Bismilê ji aliyê polîsan ve tên parastin
Li navçeya Amed Bismilê, hat ragihandin ku nasnameya gumanbarên 8 kes di pevçûna navbera gundiyên Baş û Gilhabeş de li ser pirsgirêka erd kuştin, diyar bûye. 4 birîndarên ku guman jê tên kirin bûyera kuştinê kirine û li nexweşxaneyê tên dermankirin, di bin parastina polîsan.
Li navçeya Amed Bismilê, duh êvarê di saetên fitarê de li ser erd malbatên Ustun û Ek ên ji gundên Baş û Gilhabeşê bi çekan pevçûn û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kar û barên otopsiya 8 kesan li Saziya Tipa Edlî ya Amedê dewam dike. 4 birîndarên rakirin nexweşxaneyên Êlih û Amedê jî tên dermankirin.
Di encama lêkolîna li cihê bûyerê de, hejmareke zêde çekên kalaşnîkof, tivinga nêçirê, debance û gelek fîşek û qalikên fîşekan hatin dîtin. Yekîneyên leşkerî li herdu gundan tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin û kontrol destûra çûyîn û hatina gundan didin.
Hat hînbûn, 4 birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin û weke gumanbarên bûyerê tên dîtin, ji aliyê polîsan ve tên parastin.
Di vê navberê de kar û barên otopsiyê yên li ser 8 cenazeyên anîn Saziya Tipa Edlî ya Amedê, dewam dikin.