27 çeteyên ketin kemînê hatin kuştin
27 çeteyên ketin kemînê hatin kuştin
27 çeteyên ketin kemînê hatin kuştin
Bi taybet li eniyên Rojhilat û Başûr ên Kobanê şer û pevçûnên dijwar rû didin. 27 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ket destê YPG’ê. Çeteyên ku windahiyên mezin dan, êrîşên hawanê yên li dijî Kobanê berdewam dikin.
Li gorî nûçegihana ANHA’yê, li nêzî xwaringeha Seyran a li başûrê bajêr şervanên YPG’ê şevê din li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de motorsikletek hate rûxandin û 2 çeteyên li ser hatin kuştin.
Li devera Kaniya Kurdan a rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan êrîşî bajêr bikin, ketin kemîna şervanên YPG’ê. Di encam de 25 çete hatin kuştin. Şer û pevçûn li heman deverê berdewam in.
Li kolana Şaredariyê ya bajêr jî şer û pevçûn bi dijwarî rû dan. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Her wiha şervanên YPG’ê 2 keleşnîkof û 2 rext desteser kirin.
Li eniya rojavayê Kobanê jî çeteyan hewl dan derbasî bajêr bibin rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin. Der barê encamên van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.