10 karkerên DEDAŞ’ê serbest hatin berdan
10 karkerên DEDAŞ’ê serbest hatin berdan
10 karkerên DEDAŞ’ê serbest hatin berdan
10 karkerên DEDAŞ’ê ku îro li navçeya Farqîna Amedê hatin bûn desteserkirin, li navçeya Hezroya Amedê serbest hatin berdan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 10 karkerên DEDAŞ’ê yên ku îro li Farqînê ji aliyê hin kesên çekdar ve hatin desteserkirin, serbest hatin berdan.
Piştî karker serbest hatin berdan, bi telefonê bangî cendermeyan kirin û cihê ku lê bûn, ji cendermeyan re gotin. Leşker çûn karkeran ji herêmê anîn û ji bo îfadegirtinê birin Fermandariya Cendermeyan a Hezroyê.