ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Holê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hindurîn li navçeya Hol ya Hesekê şaneyek çeteyên DAÎŞ’ê girt û dest danîn li ser gelek çekên wan. -
Başûrê Reqa dibin kontrola QSD’ê de ye
Operasyonên paqijkirinê yên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê berdewam dike, piştî nûçeyên ku hikûmeta Şamê baregehên xwe li başûrê Reqayê vala kirine û ji DAIŞê re hiştiye, Hêzên QSD’ê ragihand ku wan tevdirên pêwîst li herêmê girtine. -
Dîmenê operasyona QSD'ê ya li Hesekê
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li Hesekê ya li dijî şaneyên DAÎŞ'ê dewam dike. Li taxên ku ji şêniyan hatine valakirin şervan yek bi yek dikevin nava malan û li çeteyan digerin. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk rasterast tevlî plana êrişa li Hesekê bû
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku pêwendiya dewleta Tirk yekser bi êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê re heye û got, "Êrişeke plankirî ye, armanca xwe jî mezin e." -
Tevgera Komunîst û Şoreşger: Berpirsên êrişa li Xiwêran dewleta Tirk e
Tevgera Komunîst û Şoreşger (TKŞ) derheqê êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya Hesekê ya li ser girtîgehê daxuyanî da û got, ''Berpirsên êrîşa Girtîgeha Xwêranê dewleta Tirk û hêzên navnetewî ne.'' -
QSD: Me 9 personel xilas kirin, operasyon didome
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê9 personelên ku DAÎŞ'ê li Girtîgeha Sînaayê ya li Hesekê û piştrast ew gihandne herêmên ewle. -
QSD'ê 9 dîlgirtî ji destê DAÎŞ'ê rizgar kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD); 9 kesên ku li girtîgeha Hesekê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve dîl hatibûn girtin, rizgar kirin. -
Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê: Hêzên me plan û projeyên wan têk birin
Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Siyabend Elî diyar kir ku li pişt plana êrişa li ser girtîgeha Xiwêranê gelek hêz hene û got, "Lê belê hêzên QSD'ê, Antî Terorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev plan û projeyên wan têk birin." -
MSD: Hikumeta Şamê terorîstan diparêze
MSD’ê daxuyaniyên hikumeta Şamê yên terorîstan diparêze şermezar kir û bang li gelan û raya giştî kir. -
Li Hesekê 300 çeteyên DAÎŞ’ê xwe radestkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê 300 çeteyên DAÎŞ’ê xwe teslîm kirine. -
Li Kobanê ji bo şehîd Xelîl Bekî merasîmek hat lidarxistin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekî (Xelo Reş) ku di encama qezayeke trafîkê şehîd bû li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin. -
Şervanên QSD’ê: Yên mayî di bin dorpêçê de ne
Şervaên QSD’ê ku operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li Hesekê didomînin diyarkirin ku bi rengekî serketî bi pêşve diçin û DAÎŞ’iyên manî di bin dorpêçê de ne. -
Rêveberiya Xweser: 'Plana DAÎŞ'ê ya dewleta Tirk hate pûçkirin
Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya çeteyên DAÎŞ'ê ewlehiya herêmê têk bibe û destnîşan kir ku 'plana qirêj' a herî dawî ya li Hesekê hatiye têkbirin. -
Derdora Sînaayê hate kontrolkirin, gelek girtiyên DAÎŞ'î teslîm bûn
Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora Girtîgeha Sînaayê ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê kontrol kirin. Gelek girtiyên DAÎŞ'î jî teslîm bûn. -
Nîşaneyên êrişa li Hesekê balê dikişînin ser MÎT û Muhaberatê
Agahî û belgeyên destpêkê yên êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê nîşan didin ku li pişt planê îstîxbarata Tirk û muhaberata Sûriyeyê hene. -
Erdogan işareta êrişa li ser Hesekê dabû
Kodên êrişa li ser girtîgeha Sînaayê çend meh berê ji aliyê Serokkomarê Tirk Erdogan hatibû dayîn. Erdogan di 11’ê Cotmeha 2021’an de ji bo hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê gotibû ‘hêzên çalak ên li qadê’ û di 20’ê Çileyê de li ser Hesekê êriş hate kirin. -
QSD: DAÎŞ zarokan ji xwe re dikin mertal
QSD'ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê 700 zarokên 'Eşbal El Xîlafe' ji xwe re dikin mertal û bi vî rengî hewl didin li pêşiya operasyona hêzên wan bibin asteng. -
Rûspî Raxib El Faris: Êrişa li ser girtîgeha Hesekê komplo ye
Rûspiyê eşîra Qebîla El Zubeyid Raxib El Faris diyar kir ku êrişa li ser girtîgeha Hesekê û êrişên dewleta Tirk ên heman demê yên li ser herêmê nîşan didin ku komployek ji derve hatiye amadekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê ye. -
Rêveberiya Xweser: Dest ji bêbextiya bi gelên Sûriyeyê re berdin
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên hikûmeta Şamê yên têkildarî bûyerên dawî yên li Hesekê da. Rêveberiya Xwezer got ku dest ji bêbextiya bi gelên Sûriyeyê re berdin. -
Li Rojava qedexeya derketina derve hate ragihandin
Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li ser kantona Hesekê û ya beşî li herêmên din ên rêveberiyê ragihand. -
QSD: Operasyona paqijkirinê didome
QSD’ê ragihand ku hêzên wan bi temamî serwerî li rewşa awarte kir û got: “Operasyona paqijkirinê berdewam dike.“ -
Çalakiya Sêmalka wê li qadên din bidome
Çalakiya li ber Deriyê Sînor a Sêmalka ku ji bo cenazeyên gerîla yên di kemîna PDK'ê de şehîd bûbûn werin standin hatibû standin, qediya. Malbatan diyar kirin ew ê çalakiyê li qadên din bidomînin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kesên din revandin
Hate ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Cûqê yê Efrînê çar kes revandin. Aqûbeta wan nayê zanîn. -
Li Hesekê 13 çete hatin kuştin, 2 çete hatin girtin
QSD'ê ragihand 13 çeteyên DAÎŞ'ê ku êrîş anîne ser Girtîgeha Sînaayê hatin kuştin, 2 çete jî hatin girtin. -
Li Başûrê Hesekê şer dewam dike
Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha li Hesekê, şer li taxên başûrê bajêr dewam dike.