ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk di 15 rojan de 225 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê di 15 rojên dawîn de 225 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. -
Dewleta Tirk bombe li Eyn Îsayê barand
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gundekî Eyn Îsayê û rêya bejahî ya M4 barand. -
Li Kobanê, nobeda li dijî dagirkeriyê di roja duyemîn de ye
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, çalakiya ku li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk dest pê kir, di roja duyemîn de ye. -
Dagirkeran li Girê Spî 150 kes revandin
Hêzên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser gundekî Girê Spî û 150 kes revandin. -
Çeteyên dewleta Tirk dîsa dizî kirin
Çeteyên Emşat ên bi ser dewleta Tirk ve li gundê Xelîl ê Efrînê 5 traktor û 50 teneke zeytûnê malbatekê dizîn. -
'Girtina Sêmalka zerarê dide Başûr û Rojava'
Endama Desteya Giştî ya PYD'ê Erîfe Bekir destnîşan kir ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin û got, ev rewş zerarê hem dide Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê. -
Mehmet Xan vegotina serpêhatiya şoreşê ye
Ji meşvanên dirêj ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Mehmet Xan yek ji mînakên serpêhatiya Şoreşa Rojava ye. -
Li Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin
Bi sedan şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, xwepêşandanek li dar xitin. -
Li Cindirêsê li navendeke çeteyan teqînek pêk hat
Li Cindirêsê li navendeke dewleta Tirk a dagirker û çeteyan teqînek pêk hat. Ji ber teqînê gelek çete mirin û birîndar bûn. -
‘Dewleta Tirk ne bi armanceke tenê êrîşê tîne’
Hevserokê Meclîsa Kobanê Mustafa Îto got dewleta Tirk ji bo ku modêla Bakur-Rojhilatê Sûriyê tasfiye bike, bi çavtirsandinê qadên dagirkirî berfireh bike û ji bo ku civaka Tirk a din av krîzê de manîpule bike, êrîşê tîne. -
Cenazeyên siyasetmedarên hatinî qetilkirin Li Minbicê spartin axê
Cenazeyên endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Erîma Zekeriya El Cebar û Beşar Bekûr ku 2 roj beriya niha hatibûn qetilkirin, li Şehîdgeha Minbicê hatin veşartin. -
Çalakiya li deriyê Sêmalka 102 roj li pey xwe hişt
Di çalakiya li Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ku 102 roj beriya niha destpêkiribû de careke din xiyaneta PDK’ê hat şermezarkirin û hat gotin; “Cenazeyan radestî malbatên wan bikin û deriyên sînor vekin.” -
Dewleta Tirk êrişî gundên Kobanê dike
Dewleta Tirk gundên Mezreya Dawûd û Til Kaniyê yên li rojhilatê Kobanê bomberdûman dike. -
Li Şehbayê Zerdeşt Şengalî hate bîranîn
Li Şehbayê endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî di salvegera şehadeta wî de Zerdeşt Şengalî bi bîr anîn. -
Îstîxbarata Tirk li Efrînê 3 kes revand
Serwîsên îstîxbara dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsa Efrînê 3 kes revand. -
Şehîd Xebat Dêrik hate bîranîn
Li Dêrik û Girkê Legê şehîd Xebat Dêrik hate bîranîn. -
Damezrandina Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pîrozkirin
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17’mîn salvegera damezrandina Kongra Star bi çalakî û merasîman hat pîrozkirin. -
Li Kobanê leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin
Li gundê Qeremox ê Kobanê yê li ser sînor, leşkerekî hêzên hikûmeta Şam bi guleya sekvanên artêşa Tirk a dagirker de hate kuştin. -
Li Serêkaniyê teqînek bi hêz pêk hat
Li bajarên dibin dagirkeriya Tirkiyê de ne teqîn pêk hat. -
Berxwedana Sêmalkan di roja 101’an de ye
Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne, 101 li pey xwe hişt. -
Fermandariya Giştî ya YPG’ê şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di salvegera şehadeta wî de şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî û got “Em ê li mîrateyên şehîdên xwe xwedî derkevin û em hemû şehîdên xwe bi minet bi bîr tînin.” -
Mehmûd Hebîb: Armanca girtina deriyê sînor ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser e
Berdevkê Liwa Şemal Mehmûd Hebîb diyar kir Armanca girtina deriyê sînor ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser e û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî van êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin. -
El Ebid: Dewletên Ereb dagirkeriya dewleta Tirk bi awayekî cidî nenirxand
Hemdan El Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re krîzên navxweyî derdixe û got, dewletên Ereb bi awayekî cidî li hemberî dewleta Tirk a dagirker derneketin. -
Bavê şehîd: Şoreş bê berdêl nabe
Bavê şehîd Bîtrûs Beşîr ê ji gelê Suryanî got, "Weke bavekî ez diêşim, lê belê pê zanim ku şoreş jî bê berdêl nabe." -
Li Racoyê 2 kes hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Racoyê 2 kes revandin.