ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êrişa dewleta Tirk a li ser Eyn Îsayê: 2 zarok û 2 jin birîndar bûn
Li gundewarên Eyn Îsayê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 zarok û 2 jin birîndar bûn. -
Hemîd El Ferec: Eşîrên Ereb hemû mil bi mil bi QSD'ê re ne
El Ferec destnîşan kir ku eşîrên Ereb û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hemû bi QSD'ê re ne û got, li dijî destwerdanên derve yên ji bo tevlîhevkirina ewlehiya herêmê mil bi mil piştgiriya hêzên QSD'ê dikin. -
Berekat: Bila her welat DAÎŞ'iyê xwe bibe
Hevserokê Desteya Karên Hundir a Herêma Cizîrê bal kişand ser şaneyên razayî yên DAÎŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û got, "Hêzên navneteweyî divê tavilê çareseriyê ji pirsgirêka DAÎŞ'ê re peyda bikin." -
'Rejîma Şamê jî piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk û DAÎŞ'ê'
Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehme diyar kir ku dewleta Tirk êrişan ne tenê bi hevkariya DAÎŞ'ê dike û got, "Tifaq û hevalbendên wan ên li herêmê jî di nava vî karî de ne. Di serî de jî rêveberiya Şamê." -
QSD: 17 şervanên me şehîd bûn
QSD’ê ragihand ku 17 şervanên wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên ji saziyên xizmetguzarî di êrîşa DAŞ’ê ya li dijî girtîgeha Xiwêran a Hesekê de şehîd bûne û 23 şervan jî birîndar bûn. -
Çalakiya Sêmalka: Divê PDK lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze
Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê tevlê çalakiya nobetê ya li deriyê Sêmalka bû. Komîteyê bang li PDK’ê kir ku lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze û demildest dev ji xiyanetê berde. -
Êrişên dagirkeriyê li ser Eyn Îsa didomin
Topbarankirina gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa û hawîrdora rêya M4’ê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve didome. -
QSD: li Eyn Îsayê 5 çete hatin kuştin
QSD’ê bersiv da êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker a li ser Eyn Îsayê û ragihand ku di şer de 5 çete hatine kuştin û gelek cebilxane hatine bidest xistin. -
QSD: 22 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku 22 çeteyên din ên DAÎŞ’ê ku di êrişa li ser girtîgehê de cih girtibûn hatine kuştin. -
Dagirker Fatsa, Sîgêro û Hîşê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Fatsa, Sîgêro û bajarokê Hîşê yê Eyn Îsa topbaran dike. -
Di bomberdûmana Eyn Îsayê de hejmara birîndaran zêde bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Eyn Îsayê kiribûn. Di vê êrişê de hejmara birîndaran bû 4. -
Li Hesekê operasyona QSD’ê didome
Operasyona li hemberî DAÎŞ’ê didome û çete di xeleqê de asê mane. Hêzên Ewlekariya Hundirîn got “Operasyon bênavber didome.” -
Hêzên QSD'ê êrîşa dagirkeran a li Eyn Îsa şikandin-HATE NÛKIRIN
Hêzên QSD'ê êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Eyn Îsa şikandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin. Di bombebaranê de 2 kes jî şehîd bûn. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî berpirsên êrişa Hesekê ne
TEV-DEM’ê diyar kir ku hêzên navneteweyî ji êrişên DAÎŞ’ê re zemîn amade kirine û dewleta Tirk jî yekser piştgirî daye êrişan. -
Dewleta Tirk a dagirker Eyn Îsa bombe dike -HATE NÛKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Cehbel, Mişêrfê, Mielek ên Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4'ê bombe dike. -
Salih Muslim: Li Astanayê biryara êrişa li ser Hesekê hate dayîn
Salih Muslim diyar kir êrîşa terorî ya DAÎŞ’ê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye fînansekirin û got, “Ev êrîş bi rengê konsepte anîn. Êrîşa ku starta wê li Astana dan, beriya wê herêm hate dorpêçkirin û ji êrîşa Tirk re vekirin.” -
Remedan Elrehal: Hêzên Sûriyeya Demokratîk parêzvanên vê xakê ne
Şêxê eşîreya El`elî Remedan Elrehal anî ziman hemî tuhmedbariyên terorîzimê ên ku dewleta Tirk Partiya Karkerên Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokrat tewanbar dike dûrî rastiyê ne. -
'Ji bo ku DAÎŞ were qedandin divê kanên ku wan têr dikin werin ziwakirin'
Ferhat Şamî Ji bo ku pirsgirêka DAÎŞ’ê ji holê were rakirin, divê di serî de Tirkiye hêz û dewletên ku destekê didin van çeteyan werin darizandin. -
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekê şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê wan Xelîl Bekê (Xelo Reş) dema li ser erka xwe bû ji ber qezayê şehîd bûye. -
‘Deriyê Sêmalka bi biryareke siyasî hat girtin’
Hevseroka Meclisa PYD'ê diyar kir ku girtina Sêmalka ne girêdayî çalakiya protestoyî ya ciwanan e, biryareke siyasî ye û got, “PDK bi vî rengî nikare sûcên xwe veşêre.” -
Dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê kir
Wesayîta Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê ya ku diçû operasyona li hemberî DAÎŞ’ê bû hedefa dewleta Tirk a dagirker. -
Li Hesekê qedexeya giştî hate ragihandin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî bûyerên li Hesekê qedexeya giştî ragihand û banga piştgiriyê li gel kir. -
DAÎŞ’ê ji ber ku xwestin teslîm bibin herî kêm 7 kesên di girtîgehê de kuşt
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li girtîgeha Hesekê herî kêm 7 girtiyên ku xwestin teslîm bibin ji aliyê girtiyên DAÎŞ’î hatine kuştin. -
Li Hesekê di êrişan de 3 sivîl û endamekî hêzên ewlekariyê şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Hesekê di êrişan de "sê sivîl û endamekî hêzên ewlekariya hundirîn şehîd bûne." -
Dewleta Tirk êrişî Şêrawayê kir
Dewleta Tirk a dagirker bi fuzeyan êrişî 2 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.