ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Şedadê cenazeyên 6 û li Helebê yê şehîdekê hatin veşartin
Cenazeyên şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bûn li Şedadê û Helebê bi merasîmekê hatin veşartin. -
DKP/BOG Partîzan Amed ê li Hesekê şehîd bû bibîr anî
Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger/ Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG) Hakan Yilmaz ê bi navê kod Partîzan Amed ku di dema operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê ‘Nemir bû’ bibîr anî. -
JKŞ’ê qetilkirina zaroka 5 salî ya li Minbicê şermezar kir
Jinên Komunîst û Şoreşger (JKŞ) qetilkirina zaroka 5 salî ya li Minbicê ji aliyê birayê wê hat tecawizkirin û piştr hat qetilkirin şermezar kir û yên xwedî vê hişmendiyê weke “Dijminê şoreşa Rojava” îlan kir. -
QSD'ê encamên Pêngava Gurzê Gelan eşkere kir
QSD'ê bi daxuyaniyekê bîlançoya Pêngava Gurzê Gelan a li dijî DAÎŞ'ê eşkere kir. Hate ragihandin ku di encamê de 374 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin. QSD'ê diyar kir ku 70 jê karmendên girtîgehê bi giştî 121 karmend û şervanên wan şehîd bûn. -
QSD: Li Reqayê 27 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
QSD'ê ragihand ku li Reqayê 27 çeteyên DAÎŞ'ê girtine. -
Dewleta Tirk li Efrînê çar ciwan revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şiyê ya Efrînê çar ciwan revandin. -
Li Dêrazorê 9 DAÎŞ’iyên ‘girêdayî TC’ hatin destgîrkirin
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan li Dêrazorê 9 endamên DAÎŞ’ê destgîr kirine. -
Şêniyên Hesekê li malên xwe vedigerin
Şêniyên taxên Xiwêranê û Zihûrê, ku ji ber êrişên DAÎŞ'ê yên 20'ê Çileyê neçar man malên xwe biterikînin, vedigerin malên xwe. -
Mihemed Ramadan: Tiliya Erdogan di nava her êriş û planê de heye
Cîgire Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ramadan got pergala Rêveberiya Xweser çaerseriya ji bo krîza Sûriyê ye. Dewleta Tirk bi plan û êrişên xwe dixwaze vê projeya Neteweya Demokratîk bi dawî bike Û dîsa xewna xwe ya Osmanî vegerîne. -
Ji jinên Minbicê bang: Bila tecawîzkar bê dîtin û darezandin
Komeleya Parastina Mafê Jin û Zarokan a Minbicê, tecawîzkirin û qetilkirina zarokekê şermezar kir û daxwaz kir ku faîlê wê bê dîtin û li pêşberî jinan û tevahî welatiyan bê darezandin û cezayê herî giran jêre bê dayîn. -
Birayên şehîd El Tebxan hatin oxirkirin
Cenazeyên du şervanên QSD'ê yên bira Mihemed Îyade El Tebxan (Hemze) û Ehmed Îyade El Tebxan (Heyder) ku di pêngava "Gurzê Gelan" ya bersivdayîna êrîşên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha Sînaa de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin oxirkirin. -
Li Dêrazorê 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Li gundekî Dêrazorê li dijî benda hêzên hikûmeta Şamê êrîş pêk hat, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 2 birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser a Efrînê: Wê heya azadiyê berxwedana me mezin bibe û bidome
Rêveberiya Xweser a Efrînê ragihand; “Emê heya azadkirina herêmên di bin dagirkeriyê yên Efrîn Şehbayê, emê berxwedana xwe bidomînin.” -
Li Hesekê di operasyonê de ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şer çêbû
Dema ku operasyona kontrolkirinê ya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didomiya, bi çeteyên DAÎŞ’ê re şer çêbû. -
QSD’ê şehîdên pêngava Gurzê Gelan eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 11 şervanên xwe yên di pêngava Gurzê Gelan a li Girtîgeha Sînaa’yê birêve birî de şehîd bûn eşkere kir. -
Ji bo Şehîd Şêro Firat merasîmeke bi heybet hat lidarxistin
Li Kobanê cenazeyê Şervanê YPG’ê Şêro Firat ku dema li ser erkê xwe bû şehîd bibû li Şehbayê bi merasîmeke bi heybet hat veşatin. -
Operasyona li Girtîgeha Sînaa û taxan didome
Operasyona li Girtîgeha Sînaa û li taxên Sînaa didome. Di operasyonan de gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin. -
'Li dijî dagirkeriyê tevlî nava refên şoreşê bibin'
Şervana YPJ’ê Amara Herdem got: "Axa me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê wêrankirin. Ji bo vê yekê divê keç û xortên me tevlî şoreşê bibin û hesab ji dagirkeriyê bipirsin." -
Jinên Ciwan: Dem dema tolhildanê ye
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Efrînê di çarçoveya pêngava 'Tolhildan' de yekemîn meşa xwe li Şehba li dar xist. -
Gelê Kobanê azadkirina bajêr û avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Gelê Kobanê salvegera azadkirina Kobanê û ya avakirina Rêveberiya Xweser pîroz kirin. -
QSD'ê bersiv da UNICEF'ê
Hezên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di mijara zarokên DAÎŞ'î de yên li navendên rehabîlîtasyonê bersiv da UNICEF'ê û diyar kir ku ew bi peymanên parastina zarokan ve girêdayî ne. -
Derbarê êrişa li ser Hesekê
DAÎŞ’ê tevî dewleta Tirk bi awayekî koordîneyê vê êrişa li Hesekê kir. Pirsên wekî ‘Gelo DAÎŞ vegeriya’ û yan jî ‘Gelo di warê îstîxbaratê de qelsî hebû’ li benda bersivandinê ne. Lê divê were zanîn DAÎŞ’ê dixwest dîsa qadê têxe destê xwe. -
QSD'ê nasnameya şehîdên Pêngava Gurzê Gelan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 11 şervanên xwe eşkere kir, ku 22'ê Çileyê di oeprasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê şehîd bûn. -
QSD: Gelek çeteyên DAÎŞ'ê xwe di hucreyên de asê kirine
QSD`ê diyar kir ku operasyonên lêgerînê yên li girtîgeha Sînaa de berdewam in. Her wiha eşkere kir ku gelek çeteyên DAÎŞ'ê xwe li hucreyên li bakurê girtîgehê asê kirine. -
KNK'ê li dijî gefa DAÎŞ'ê banga navneteweyî kir
KNK'ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li gefa DAÎŞ'ê ya li ser Rojava bê girtin pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye û bang li hêzên global hemûyan kir.