ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk bombe li Eyn Îsa û Zirganê barand
Dewleta Tirk bombe li gelek gundên Eyn Îsayê û Zirganê barand. -
Dewleta Tirk li Efrînê çar kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Cindirêsê û Şêrawayê yên Efrînê çar kes revandin. -
Zêdan Elasî: Tirkiye û rejîma Sûriyeyê destekê didin terora DAIŞ’ê
Hevserokê Komîsyona Parastinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zêdan Elasî anî diyar kir armanca êrişa li Hesekê ev bû ku careke din terorîzma DAIŞ'ê were zindîkirin û ewlehiya herêmê were tevlihevkirin. -
Dewleta Tirk êşkenceyê li Efrîniyên dîlgirtî dike, ji bo wan bike sîxur
Endama Asayîşê Fatma Şabo ku di dema Berxwedana Serdemê de li Mabatayê dîl hate girtin, anî ziman ku dewleta Tirk gelek Efrînî li zindanan bi êşkenceyê hewl dida bike sîxur. -
QSD’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameya 7 şehîdan ku 3 ji wan di pêngava Gurza Gelan û 4 ji wan jî di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn eşkere kir. -
Ciwanan şehîdên pêngava Gurzê Gelan bibîr anîn
Ciwanan bi merasîme li li Qamişlo lidarxistibûn re 121 şehîdên ku di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn bibîr anîn. -
Gundê Ereb Hesen a Minbicê hat bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrişî gundê Ereb Hesen a Minbicê kir. -
QSD’ê li Dêrazorê 2 çete destgîr kirin
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyona li dijî DAÎŞ’ê ya li Dêrazorê pêkanînî de 2 çete destgîr kirine. -
Rûken Ehmed û Xerîb Hiso bûn hevserokên nû yên TEV-DEM’ê
Di 4’mîn kongreya TEV-DEM’ê de ku tevahiya rojê li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran dom kir, di hilbijartina hevserokatiyê ya pêk hatî de Rûken Ehmed û Xerîb Hiso wek Hevserok hatin hilbijartin. -
Êrişa li ser Minbic û Şehbayê
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov gundê Um Edese yên Minbicê û derdora wê bombebaran kir. Her wiha ligel çeteyên girêdayî xwe gundê Şalê û Xirbet Şalê yên Şehbayê topbaran kir. -
Di kongreya TEV-DEM’ê de ‘Şerê gelê şoreşgerî’ û ‘Parastina cewherî’ rojev bûn
Di axaftinên ku di kongreyê de hatin kirin de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk terorîzmê pêk tîne û hate gotin, “Divê derbarê rêxistinbûyîna li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî nîqaş bikin û rêveberiyên parastina cewherî pêş bixin.” -
Hevserokên TEV-DEM’ê ji bo geşkirina têkoşînê bang kirin
Hevserokên TEV-DEM’ê di kongreyê de axivîn û diyar kirin dijmin ji bo şikandina îradeya gelan, berxwedan û şoreşê êrişan dike û ji bo geşkirina têkoşînê bang kirin. -
Dewleta Tirk li Cindirêsa Efrînê kesek revand
Li Cindirêsê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker yên xwe wek ‘polîsên leşkerî’ binav dikin welatiyek revandin. -
Li Hesekê cenazeyê 23 şehîdan hate veşartin
23 şervanên ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin veşartin. -
Zilûx Bekir: Rêveberiya Xweser ji bo çareseriyê şansekî mezin e
Hevseroka Komisyona Kantona Efrînê Zilûx Bekir diyar kir Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya li Sûriyeyê şanseke mezin e û got “Rêveberiya Xweser ya demokratîk biratiya gelan, edalet û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê de da meşandin.” -
Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wî gundê Qeramil ê Şehbayê topbaran kir. Di encamê de ziyanên mezin gihaştin dibistana seretayî ya gund. -
Gelê Tirbespiyê û Hesekê cenazeyê şehîdên xwe veşart
Li Tirbespiyê û Hesekê bi sedan kesan şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi merasîmekê veşartin. -
Dewleta Tirk careke din Dêrik bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên bajarê Dêrikê yê li Rojava bomberdûman kir. -
Şêniyên Til Temirê şehîdên 'Gurzê Gelan' spartin axê
Bi hezaran kesên ji şêniyên Til Temirê bi merasîmekê cenazeyên 3 şervanên QSD'ê spartin axê. -
MSD: DAÎŞ sûdê ji nakokiyên di navbera hêzên li herêm û dinyayê distîne
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê sûdê ji nakokiyên di navbera hêzên li herêm û dinyayê digire û ji ber vê êrişên xwe didomîne. -
'Berpirsyarê sereke yê êrişa li ser Hesekê dewleta Tirk e, divê bê cezakirin'
Berdevkê Lîwa Şemal Mehmûd Hebîb destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê dewleta Tirk a dagirker e, lewam divê bê cezakirin. -
Dewleta Tirk li Dirbêsiyê bombe li wesayitekê barand
Balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker, li herêma Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê li wesayitekê xist. -
DYE'yê li ser sînorê Tirkiyeyê operasyon kir: Herî kêm 9 kes mirin
Hêzên Taybet ên Emerîkî li nêzî kampa penaberan a Atmê ya li Idlibê, ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye, operasyonek li dar xistin. Hate ragihandin ku di şer de 9 kes hatin kuştin. -
'Ji bo Sûriyeyê pêwîstî bi çareseriyeke giştî heye'
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer diyar kir, heta ku li Sûriyeyê çareseriyeke demokratîk, aramiyeke giştî neyê pêkanîn, DAÎŞ wê neqede. -
Kurd: Piştî ku DAÎŞ têk çû dewleta Tirk seferber bû!
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got, ''DAÎŞ piştî ku dîsa hate şikandin dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber kirin. Divê gelê me derkeve qadan.''