ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Amûdê kir
Tirkiyeyê bi SÎHA'yê êrîş bir ser Amûdê. Di êrîşê de kesek birîndar bû. -
Li Efrînê 2 kes hatin revandin, zewî hatin talankirin
Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê didome. Di rojên dawî de 2 kesên din hatin revandin, dar hatin jêkirin û mal û zevî hatin talankirin. -
Mihemed Ziyad: Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîzê Sûriyeyê şansekî mezin e
Berpirsyarê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Ziyad diyar kir bi rêya hevgirtina gel a bi Rêveberiya Xweser û hêzên QSD'ê re, hemû komplo û planên terorîzmê têk çûn. -
QSD’ê nasnameya 8 şehîdên Pêngava Gurzên Gelan eşkere kir
QSD’ê nasnameya 8 şehîdên Pêngava Gurzên Gelan eşkere kir û got “Bi saya alîkariya gelê me û fedakariya şehîdên me, xeyalên çeteyan hilweşiyan.” -
Ciwanên Qamişloyê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidarxistin. -
Komîteya Ciwan û Sporê çalakiya konvedanê da destpêkirin
Komîteya Ciwan û Sporê ya Herêma Cizîrê li hemberî komploya navneteweyî li Qamişlo çalakiya konvedanê da destpêkirin. -
Li Rojava şermezarkirina komploya navnetewî didome
Bi armanca şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gele bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin. -
Li Rojava dijî komployê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî gelek çalakî û merasîm hatin lidarxistin. -
Ciwanên Qamişlo komploya 15 Sibatê şermezar kirin
Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Qamişloyê meşek protestoyî lidarxist. -
Li Minbicê ciwanan civîna xwe ya salane li dar xistin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Minbicê bi dirûşmeya “Tolhildan biryara me ye” civîna xwe ya salê lidar xistin û peyamên xwedîderketina li desketiyên şoreşê dan. -
Li Hesekê cenazeyên 3 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyên 3 şervanên azadiyê yên di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn li Şehîdgeha Şedadê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Dewleta Tirk li Amûdê bi droneya biçek êriş pêkanî
Dewleta Tirk a dagirker bi droneya biçek li bajarê Amûdê yê Rojava êrişî wesayîtekê kir. -
Çeteyekî DAÎŞ’ê li Hesekê xwe teqand
Çeteyekî DAÎŞ’ê xwe li goristana taxa Xwêran a bajarê Hesekê teqand, ji ber tedbîrên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tenê zirarê madî çêbûn. -
Dewleta Tirk li Minbicê 2 jin birîndar kir
Dewleta Tikr a dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê topbaran kir, di encamê de 2 jin birîndar bûn. -
Dîrektorê SOHR'ê piştrast kir: Hin ji şaneyên DAÎŞ'ê ji herêmên dewleta Tirk lê ne, êriş kirin
Dîrektorê SOHR'ê Ramî Ebdulrehman piştrast kir ku hin şandeyên DAÎŞ'ê yên êrişî Hesekê kirin, ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatin û êriş kirin. -
YPJ'ê şehîd Arîn Bahoz bi bîr anî
YPJ'ê şehîd Arîn Bahoz bi bîr anî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bû û got, "Bû dengê qîrîna jinan û li dijî DAÎŞ'ê berxwedaneke bêhempa nîşan da." -
Dewleta Tirk li Efrîn a dagirkirî 2 kesên din revandin
Çeteyên dewleta Tirk, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kes revandin û ji bo berdana wan jî fîdye xwestin. -
Îsraîlê li sîstema fuzeyan a Sûriyeyê xist
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bataryayên parastina hewayî, sîstemên radar û fuzeyan ên ji bejahî ber bi hewayê ve têne avêtin, xistiye. -
Li Hesekê 11 şehîd hatin veşartin
Cenazeyên 11 şervanên ku di pêngava Gurza Gelan de şehîd bibûn li Hesekê bi merasîmê bi heybet hatin veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê qira daran tîne
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê 75 dar birîn. -
2 şervanên YPG'ê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ragihand Arîn Bahoz ku tedawiya kansêrê dibû û Apê Mûsa Dersim ê krîza dil lê dayî şehîd bûne. -
Li Dêrikê 7 şehîd bi tevlêbûna bi hezaran kesî hatin veşartin
Li Derikê 7 şervanên QSD'ê ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de şehîd bûbûn, bi tevlêbûna bi hezaran kesî hatin veşartin. -
Li Til Temirê Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Temirê meşek hat lidarxistin û hat gotin ku ewê li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin. -
Li Helebê komploya navnetewî bi meşekê hat şermezarkirin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama, “Bi berxwedana bi hevre ya gelan emê komploya li ser Rêber Apo bi dawî bikin” hat dayin. -
Bi hezaran xelkê Kobanê 3 şehîdên xwe oxir kirin
Li bajarê Kobanê ji bo 3 şervanên ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Hesekê û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Dêrikê de şehîd bibûn, li bajarê Kobanê merasîmek bi beşdariya hezaran hate lidarxistin.