ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê tenê têrê nake, divê pêşî li dewleta Tirk bê girtin'
Siyasetmedarê Kurd Gêlo Îsa bang li Koalîsyona Navneteweyî û raya giştî kir: "Şerê li dijî DAÎŞ'ê têrê nake. Divê DAÎŞ li çavkaniya xwe bê çikandin. Ya ku DAÎŞ'ê xwedî dike jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bisekinînin." -
Mazlûm Ebdî: Êrîşên Tirkiyeyê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê qels dike
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li Şengal, Dêrik û Mexmûrê daxuyanî da û destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê qels dike. -
Bi deh hezaran kes, şehîdên Gurzê Gelan oxir kirin
Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 12 şervanên di pêngava Gurzê Gelan de şehîd bibûn û Fermandara YJA Starê Sozdar Cûdî ya li Mêrdînê şehîd bûbû, oxir kirin. -
QSD: 4 şervanên me şehîd bûn, 5 karker birîndar bûn
QSD’ê ragihandin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Dêrikê 4 şervanên wan şehîd û 5 karker birîndar bûne û destnîşan kir ku wê hesabê êrişan û bê serûberiya li hemberî êrişan jî bipirsin. -
Topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir, Girê Spî û Minbicê yên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike. -
Dagirker li gundê Eyndîwerê didin
Dewleta Tirk a dagirker bi hawan û obusan li gundê Eyndîwer ê bajarê Dêrikê ya Rojava dide. -
Amûdiyan 5 şehîden Gurzê Gelan veşartin
Bi tevlêbûna bi hezaran şêniyên navçeya Amûdê 5 şehîdên pêngava Gurzê Gelan veşartin. Di merasîmê de hate gotin, ''Gelê Rojava ketiye rêya azadiyê, kes nekare wî ji rêya azadiyê bikişîne.” -
Rêveberiya Xweser: Ji bo parastina destketiyên gel em ê bi vîneke xurt li ber xwe bidin
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên dewleta Tirk ên doh bi şev weke şêwyek ji qirkirinê pênase kir û got, "Em van êrişan red dikin û ti carî qebûl nakin. Em ê ji bo parastina destketiyên gel û şehîdên xwe bi vîneke xurt li ber xwe bidin." -
Dewleta Tirk Efrîniyekî din bi êşkenceyê qetil kir
Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sivîlekî din bi êşkenceyê hate qetilkirin. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şehbayê barand
Dewleta Tirk a dagirker, gelek gundên li herêma Şehbayê bombe kirin. -
QSD'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe ku di operasyonên lêgerînê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de li girtîgeha Sînaa ya Hesekê û gundewarên Dêra Zorê şehîd bûn, eşkere kir. -
Zelal Ceger: Erdogan xwe li têkçûna DAÎŞ'ê ranegirt
Hevseroka TEV-DEM'ê got, "Êrişên bi hevdemî hatin kirin, plana hevpar a DAÎŞ û Erdogan ê têkçûyî ne. Bi rêya van êrişan dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xera bikin û kaosê çêbikin. Divê gel hemû li ber êrişan rabin." -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê topbaran dikin. -
Muslim: Gelê me wê bersiva pêwîst bide van êrîşan!
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslum bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê da û got: “Ji ber ku DAIŞ het şikandin, ev êrîş pêk hatin. Wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd bersiva pêwîst bide van êrîşan.“ -
Şêniyên Dêrikê ber bi cihê êrîşê ve dimeşin
Şêniyên Dêrikê ber bi gundê Teqil Beqil ê Dêrikê ve meşiyan ku dewleta Tirk a dagirker danê êvarê bi balafiran êrîş kirî bû. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 kes revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava du rojên dawî de 3 welatî ji kantona Efrînê revandin. Her wiha li navçeya Şêrawa û Cindirêsê jî 350 darên zeytûnê birîn. -
Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin
Li Helebê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekî girseyî hate şermezarkirin. -
Newroz Ehmed: Di serî de Şengal divê gelê me parastina xwe xurtir bike
Ji Fermandariya QSD'ê Newroz Ehmed diyar kir, ku êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Hesekê bi saya xweparastin û birêxistinkirina gelên herêmê û fedakariya şervanan hate têkbirin û destnîşan kir ku ji bo ewlehiyê divê gel hîn bêhtir xwe birêxistin bike. -
Dewleta Tirk Eyn Îsayê topbaran dike
Di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rêya M4, gundê Fatsê û şîrketa elektrîkê ya li Eyn Îsayê topbaran dikin. -
Dewleta Tirk jî dest bi mafyatiya organan kir
Hat îdiakirin ku Rêzan Xelîl Mihemed ê ku li Efrîna dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êşkenceyê hat û bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyeke Tirkiyeyê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da û organên wî hatin dizîn. -
Li Kobanê cenazeyên şehîdên Hesekê bi merasîmek bi heybet hatin veşartin
Ji bo 12 şervanên QSD’ê ku di dema pêngava “Gurza Gelan” ya li Hesekê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şehîd bûn li Kobanê bi tevlêbûna bi deh hezaran kes merasîmek hat lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser: Divê DAÎŞ were darizandin û dewleta Tirk ji herêmê vekişe
Rêveberiya Xweser banga berpirsyariyê li hêzên navneteweyî û civakê kir. Rêveberiya Xweser got “Çeteyên DAÎŞ’ê divên werin darizandin. Dewleta Tirk terorîstan bi kar tîne û sivîlan dike hedef.” -
Li Hesekê operasyonên lêgerînê dewam dikin
Operasyonên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li taxên bajarê Hesekê dewam dikin. Operasyon gihaştin taxên Xeşman û El-Salihiyê. -
Hesen Mistefa: Rêveberiya Xweser hemû komplo têk birin
Hiqûqnas Hesen Mistefa diyar kir Rêveberiya Xweser bûye sembolek bi nav û deng li Rojhilata Navîn û deng li tevahî cîhanê jî vedaye, ji ber ku wê hemî komployên bêbext ên ku li dijî wê têk biriye. -
Dewleta Tirk bi tankan bombe li Şerayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi tankan bombe li navçeya Şera ya Efrînê barand.