ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
KNK'ê li dijî gefa DAÎŞ'ê banga navneteweyî kir
KNK'ê destnîşan kir ku ji bo pêşî li gefa DAÎŞ'ê ya li ser Rojava bê girtin pêwîstî bi piştgiriya navneteweyî heye û bang li hêzên global hemûyan kir. -
Şervan Derwêş: Em xwedî li bîranîna Ebû Leyla derdikevin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku ew xwedî li ruh û bîranîna Ebû Leyla derketine ku yek ji sembolên şerê Kobanê û Minbicê bû. -
Rêveberiya Xweser: Hesekê dîroka serkeftinê dubare kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî serkeftina QSD’ê ya li Hesekê daxuyaniyek da û got: “Hesekê dîroka serkeftinê dubare kir.“ -
PYD: Yekitiya gel û hêzên leşkerî serkeftin bi dest xist
Meclîsa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê serkeftina Hesekê pîroz kir û got: “Yekîtiya gel û hêzên leşkerî serkeftin bi xwe re anî.” -
Li Til Temirê çeteyek hate kuştin - NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Til Temirê dikin, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan didin. Di encama êrîşan de çeteyek hate kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. -
Newroz Ehmed: Me planeke mezin a DAIŞ'ê têk bir
Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed ku piştî bi temamî kontrolkirina Girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da, ragihand ku wan planeke mezin a DAIŞ'ê û alîgirên wê têk birine û girtîgeha Sînaa ya Hesekê bi temamî kontrol kirine. -
Hevpeymaniya Navdewletî li ser Hesekê daxuyanî da: Pirsgirêkek cîhanî ye
Hevpeymaniya Navdewletî têkildarî Hesekê peyamek weşand û ragihand ku ew ligel QSD’a ku bi “cesaret û biryardarî“ şer dikine û got: “DAIŞ tenê ne pirsgirêkê Hesekê ye, DAIŞ pirsgirêka cîhanê ye ku divê çareseriyek mayînde ji bo wê bê dîtin.“ -
Meclîsa PYD’e ya Firatê: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Meclîsa PYD’ê ya Herêma Firatê bi wesîleya salvegera 7’emîn a rizgarbûna Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir wê modela rêveberiya xweser biparêzin. -
Rêveberiya Xweser: Divê xeta Kobanê were şopandin
Rêveberiya Xweser serfiraziya Kobanê pîroz kir û got “Em bang li gelê xwe dikin ku şopdarên xeta berxwedanê ya li Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin” -
Dîmenên pêşîn ên Girtîgeha Sînaa ya ku QSD’ê xist bin kontrola xwe
QSD’ê girtîgeha Sînaa ya li Hesekê xist bin kontrola xwe. Bi sedan çete teslîmî QSD’ê bûn. -
QSD: Girtîgeha Sînaa di bin kontrola me de ye
QSD’ê diyar kir ku hêzên wan Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ku çeteyên DAÎŞ’ê tê de bûn, xistiye bin kontrola xwe. -
Li Girtîgeha Sînaayê gelek çete teslîm bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Girtîgeha Sînaayê gelek çeteyên ku li hemberî hêzên wan şer kirin, teslîm bûne. -
Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji bo cezakirina dewleta Tirk bang li NY kir
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bang li rêxistinên neteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir bila çeteyên DAÎŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê bidarizînin û hesap ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin. -
QSD: Li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê operasyonên me bi baldarî dewam dikin
QSD'ê ragihand ku wan li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaayê rewş ewle kirine û destnîşan kir ku li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bi baldarî dewam dikin. -
Dewleta Tirk êriş bir ser Minbic û Babê
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Minbic û Babê barand. -
HAT'ê li taxa Zihûrê operasyoneke berfireh kir
Hêzên Antî Terorê (HAT) li taxa Zihûrê ya Hesekê operaasyoneke berfireh a lêgerîn û sehkirinê da destpêkirin. -
QSD'ê plana li Hesekê têk bir: Cih li çeteyan teng bûye
Şervanên QSD'ê bi berxwedaneke mezin bersiv dan êrişên hevdem ên DAÎŞ'ê û dewleta Tirk. Li Hesekê di operasyonê de cih li DAÎŞ'ê teng bûye. -
Kobanê bû pêşengê ruhekî nû yê berxwedanê
Hevserokê Meclîsa Qanûndanînê ya Reqayê Xalid Bekir diyar kir ku Kobanê ruhekî nû yê berxwedanê afirandiye û malovanî ji projeya rizgarî, hêvî û paşeroja gelan re kiriye. -
Muslim: Mîna li Kobanê plana wan têk çû
Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku mîna êrişa li ser Kobanê êrişa dawî ya li Hesekê jî parçeyek ji plana mezin e û weke li Kobanê ev plan jî hate têkbirin. -
Di şerê Kobanê de DAÎŞ û dewleta Tirk bi hev re têk çûn
Ji şahidên berxwedana Kobanê nûçegihana ANHA'yê Dîcle Ehmed got, "Du tişt hebûn ku şerê Kobanê bi ser xist: ya yekemîn îrade, ya duyemîn jî hevrêtî bû. Ya ku bandor li tevahiya cîhanê kir ev îrade û hevrêtî bû." -
QSD: 23 dîlên din hatin rizgarkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku 17 karmendên din ên girtîgehê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dîlgirtin, hatin rizgarkirin. -
Rojnamevan Ersîn Çaksû dîmenê Girtîgeha Sînaayê kişand
Operasyona Paqijkirinê ku QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dimeşînin, dewam dike. Rojnamevan Ersîn Çaksû dîmenê Girtîgeha Sînaayê kişand. -
Artêşa Tirk gundên Kirêdiyê û Xalidiyê yên Babê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojhilatê Babê bi hewanan topbaran dikin. -
Li Eyn Îsayê 10 çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku hemwext bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê, di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa de 10 çete hatine kuştin. -
Li ser sînorê Kobanê welatiyek hat qetilkirin
Mihemed Ehmed (26) ê ku li zeviyeke li nêzî sînorê Kobanê dixebitî, di encama gulebarana dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin.