ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Efrînê talankirina daran
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Cindirêsê birin. -
Însiyatîfa Gel: Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin em ê çalakiyan zêde bikin
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin çalakiyan zêde bike. Însiyatîfê ji bo pêngava 'Edalet ji bo Kurdan' banga tevlîbûnê kir. -
100 roj in ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe nobedê digirin
Malbatên şehîdan, ji bo karibin cenazeyên zarokên xwe werbigirin ên ji aliyê PDK'ê ve hatin qetilkirin, 100 roj in li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê nobedê digire. -
Rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqa: Rejîma Sûriyê bi sîxurên xwe li fitneyê digere
Rûspiyên eşîrên Reqa û Tebqayê red kirin ku ew bi Şamê re li hev hatine û girîngiya lihevhatina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re destnîşan kirin. Rûspiyan gotin, ''Divê rejîma Sûriyê lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze.'' -
'Wê nikaribin me ji xaka me qut bikin'
Şêniyên gundên Cirin û Serzûrî ku dewleta Tirk êrişan dibe ser, diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk wê nikaribin wan ji xaka wan qut bikin. -
Gelê Rojava ji bo Kobanê derket qadan û êrîş şermezar kirin
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li heberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kobanê derketin qadan û êrîş bi awayek girseyî şermezar kirin. -
DAIŞ’ê li kampa Holê xebatkarê Heyva Sor a Kurd qetil kir
Li kampa Holê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteyeke Heyva Sor a Kurd kir. Di encama êrîşê de xebatkarê Heyva Sor a Kurd hate qetilkirin. -
Insîyatîva Niştîmanî ya Efrînê: Em li Çiyayê Kurmênc û Efrînê xwedî derkevin
Insîyatîva Niştimanî ya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di salvegera 4'an a dagirkirina Efrînê de ew kampanyaya xwedîderketina li Çiyayên Kurmênc û Efrînê didin destpêkirin û bang li gelê Kurd kir ku tevlî kampanyayê bibin. -
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê di roja duyemîn de ye
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî di roja duyemîn de dewam dike. -
Ji bo 2 şervanên QSD’ê merasîm hat lidarxistin
Ji bo du şervanên şehîd ên QSD’ê Tirkî Elî El-Mismar û Ehmed Silêman merasîmek hat lidarxistin. -
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê: Em li dijî zilmê bibin yek
Kongreya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî dest pê kir. Di kongreyê de li dijî zilm û dagirkeriyê peyamên ji bo yekîtiyê hate dayin. -
Saziyên sivîl ên Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin
Rêveberên saziyên sivîl ên bajarê Reqayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bila li hemberî êrişan bêdeng nemînin. -
Li Minbic û Tebqayê ji bo sê jinên şoreşger merasîm hat lidarxistin
Li Minbic û Tebqayê bi sedan welatî şehîdên qetlîama Parîsê bibîr anîn û banga mezinkirina têkoşînê li jinan kirin. -
Dewleta Tirk bajahiya Girê Spî û Kobanê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bejahiya rojavayê Girê Spî û bejahiya rojhilatê Kobanê topbaran kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê sivîlekî din revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê kesek ji bo fîdyeyê revand. -
Ji Amûdê heta Qamişloyê meşa 'Komkujiya Parîsê'
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, ji bajarê Amûdê heta Qamişloyê meşeke dirêj dest pê kir. -
'Êrişên li ser Şoreşa Rojava xweranegirtina li têkçûnê ye'
Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso got, "Dewleta Tirk ku nekarî xwe li têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê rabigire, her tim ji Kobanê aciz bû û her cara firsend dît, êriş kir." Eyşe Hiso destnîşan kir ku wê bi xurtî li dijî van êrişan têbikoşin. -
Dewleta Tirk êşkence li sê welatiyên Ereb kir
Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kobanê û Rihayê de bi avayeke hovane êşkence li 3 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Celemê ya girêdayî navçeya Cindirêsê 4 kes ji bo fîdyeyê revand. -
Efrîniyan bi meşeke bi heybet sê jinên şoreşger hatin bîranîn
Şêniyên Efrînê bi meşeke girseyî ya bi heybet sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin di 9’mîn salvegera şehadeta wan de bibîranîn. -
Xelkê Qamişlo li dijî PDK’ê daket qadan
Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişloyê bi armanca şermezarkirina girtina deriyên sînor yên ji aliyê PDK’ê ve daketin qadan. -
Li Girê Spî 6 welatî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 6 welatî revandin. -
Di êrişên dagirkeriyê de kesek şehîd bû 11 kes jî birîndar bûn
Di êrişa dewleta Tirk de ya ku biribû ser Kobanê û Girê Spî kesek şehîd bû û 11 kes jî birîndar bûn. -
Dagirker êrişî Kobanê û Girê Spî dikin – NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Kobanê û Girê Spî dike. Li Kobanê di teqînan de 2 kes birîndar bûn. -
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan: Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan diyar kir ku wê li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanê geştir bikin û got “Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin.”