ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran bombe li gundên Şehbayê barandin
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êriş bir ser gundên Kantona Şehbayê. -
'Rêber Apo qîmeteke gelekî mezin dida gelan'
Mûhammed Alî ku li Akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirt, destnîşan kir ku Ocalan qîmeteke mezin dida tevahiya civakê û gelan. -
Artêşa dagirker avahiya şaredariyê da ber topan
Dewleta Tirk a dagirker bi top û hawanan avagiya Şaredariyê ya Zirganê topbaran kir. -
Çalakiya li Sêmalkayê didome
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê serdana çalakiya li Sêmalkayê kirin û gotin ku heya cenazeyan werdigirin ewê çalakiyên xwe bidomînin. -
Dagirker bi dijwarî Zirganê topbaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran Zirganê topbaran dikin. -
Dewleta Tirk a dagirker Şerayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan li gundê Şerayê dide. -
Balafirên Rûs li gund dan: 8 kes mirin 5 kes birîndar bûn
SOHR’ê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrişeke hewayî li ser gundek li ser sînorê Hatay û Sûriyê kiriye û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Ciwanên Kobanê şehîdên xwe bibîr anîn
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şehîdên qetlîamam ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê pêkanîbû li cihê ku hatibûn qetilkirin bibîr anîn. -
Peyama sala nû ji Papazê Rojavayî
Papaz Bitrûs Selman di pîrozbahiya sersala gelên herêmê de daxwaza "Sala ku em tê de êşa zarokên xwe nekişînin" kir. Ji dagirkeran re jî ev peyam da: “Ev ax, ev av a me ye. Tu kes wê nikaribe me ji vê axê derxîne.” -
Dagirker êrişê gundên Şera û Şehbayê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Şera, gundên Minixê û Balafirgeha Minixê topbaran dikin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê bombeyan li ser gund û bajarokên Şehbayê dibarîne
Dewleta Tirk û çeteyên wê bombeyan li ser bajaroka Til Rifet û gundên Belûniyê û Şêx Îsa dibarîne. -
Cenazeyê şehîdên Zirganê hate veşartin
Cenazeyê Cemala û Cewher Mûsa El-Nehar yên li Esediyê şehîd bûbûn, hatin veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li gundekî ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê çar kes revandin. -
Kekê Şehîd Cûdî nerazîbûn nîşanî PDK'ê da: Nikarin îradeya me bişikînin
Kekê Şehîd Serdem Cûdî Newaf Îbrahîm nerazîbûn nîşanî PDK'ê da û got, "Girtina deriyên sînor nikare îradeya me bişikîne." -
PYD: Di sala 2022’an de em Sûriyeya demokratîk ava bikin
PYD’ê ji bo sala nû peyameke pîrozbahiyê weşand û xwest di sala 2022’an de krîz bi dawî bibe û Sûriyeya demokratîk were avakirin. -
QSD'ê êrişa li ser Eyn Îsayê têk bir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku êrişa dewleta Tirk a li ser gundekî li rojhilatê Eyn Îsayê hatiye têkbirin. -
Planên MÎT û Barzaniyan ên ku dixwaze dagirkeriya li ser Efrînê meşrû bikin
Malbata Barzanî û MÎT dixwazin ser sûcên qirkirin û mirovayetiyê yên li Efrînê bigirin û di çarçoveya meşrûkirina dagirkeriya Efrînê xebatan dikin. -
Rêveberiya Xweser sala nû pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû li gelên Sûriyeyê û tevahiya cîhanê pîroz kir. -
'Em ê giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê'
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer got, sala 2022'an wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê û diyaloga bi welatên Rojhilata Navîn re. -
'Dewleta Tirk bi giranî êrişî jinan dike'
Endama Koordînasyona Kongreya Star Ayşe Mahmûd bal kişand ser bandora şerê taybet ê dewleta Tirk a li ser jinan û got, ew li ber vê yekê radibin. -
Şêniyên Holê êrişên dagirkeriyê şermezarkirin
Welatiyên navçeya Holê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û li dijî êrişan peyama têkoşîna dan. -
Dewleta Tirk li Zirganê 3 kes qetil kir - NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker îro êrîşî Ziganê kir. Di encama êrîşê de zaroka du salî Elam Alî El Îsa û du kes hatin qetilkirin. -
Pêkhateyên TEV-DEM’ê çalakiya li Sêmalkayê wergirtin
Saziyên girêdayî TEV-DEM’ê çalakiya bi kon a li Sêmalkayê wergirtin û diyar kirin girtina deriyên sînor komplo ne. -
Dagirkeran Zirgan û Til Temirê topbaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê gundên girêdayî Zirgan û Tiltemirê topbaran dikin. -
Li Efrînê 8 hezar kes hatine revandin, 650 kes jî hatine kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heta niha herî kêm 650 kes hatine kuştin, 8 hezar kes hatine revandin û tecawizî 70 jinan hatiye kirin.