ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê Şehîd Zagros Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hate veşartin. -
Dewleta Tirk li Til Rifetê karkerek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser mirovên li nava zeviyê gundekî dixebitîn û di encamê de karkerek qetil kir. -
Şehîd Andok Cotkar û Elefterya Fortûlakî li Hesekê hatin bibîranîn
Şehîdê enternasyonalîst yê YPG’ê Andok Cotkar ê ku di 16’ê Cotmeha 2019’an de di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bibû û Elefterya Fortûlakî li Atînayê bedena xwe da ber agir û şehîd bû, li Hesekê hatin bibîranîn. -
Li Reqayê serçeteyekî DAÎŞ’ê hat kuştin
QSD’ê ragihand ku di operasyoneke hevpar a bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî e çeteyekî DAÎŞ’ê hatiye kuştin û gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin. -
Newroz li Dêrazorê bi coş hat pîrozkirin
Xelkê Kantona Dêrazorê Newroza 2024ˊan di nava kêfxweşî û gerandina govendê pîroz kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Esaf hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Esaf yê di 20’ê Adara 2024’an de şehîd bibû, li Reqayê hat veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Fîras El Casim hat veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Mihemed Fîras El Casim bi merasîmê hat veşartin. -
QSD'ê êrîşeke çeteyan şikand
Şervanên QSD’ê hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ ku bikevin bajarokê Baxozê şikand. -
Li Sirînê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Bi pêşengiya jinên ciwan, şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li herêmên dagirkirî çete bi hev ketin: 3 kuştî, 5 birîndar
Li herêma Babê ya dagirkirî çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn. -
Nasnameya 2 şehîdên QSD'ê hate eşkerekirin
QSDˊê nasnameyên 2 şervanên di 2 bûyerên cuda li rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûne eşkere kirin. -
Pirtûka ji bo bîranîna şehîdên enternasyonal
Li ser jiyana enternasyonalên di Şoreşa Rojava de şehîd bûn pirtûkek bi navê 'Şehîd namirin-Lehengên Enternasyonalîst ên Şoreşa Rojava' pirtûkek hate weşandin. -
Li Şehbayê Newroz: Berxwedan wê Efrînê rizgar bike
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv li Newroza Şehbayê axivî û got, "Bi berxwedana gelê Efrînê re wê Efrîn careke din rizgar bibe." -
MSD: Êrîşa li Moskowayê nîşan dide ku gefa DAÎŞ’ê dewam dike
MSD'ê ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Moskowayê sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest û got, "Asta vê êrîşê careke din îsbat dike ku hêza terorîstan a ji bo mayînê hîna heye û gefan li ewlehî û aştiya cîhanê dixwin." -
QSD: Ji bo têkbirina DAÎŞ'ê pêwîstî bi hevkariya navneteweyî ya xurt heye
QSD’ê, bi wesîleya salvegera têkbirina DAÎŞ'ê ya li Baxozê daxuyanek da û got ku tehdîda DAÎŞ'ê berdewam e û li dijî vê yekê hevkariya navneteweyî pêwîst e. -
Çeteyên DAÎŞ'ê careke din êrîşî gundiyên kivarkan berhev dikirin kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li bejahiya Reqayê ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de êrîş kir. Hate ragihandin 2 kes hatin kuştin, yek birîndar bû û 5 kes hatin revandin. -
Di Newroza Kobanê de berxwedan û têkoşîn derketin pêş
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûr a Kobanê hat lidarxistin de, biryardariya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hate destnîşankirin. -
Newroza Helebê: Bi felsefeya Rêber Apo wê berxwedan mezin bibe
Di şahiya Newrozê ya li Helebê de, hat diyarkirin ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedan mezin dibe. -
Li Kobanê û Helebê coşa Newrozê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyên Newrozê bi coş dewam kirin. -
Li Şam û Beyrûtê Newroz hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Şam û Beyrûtê bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” şahiya Newrozê pîroz kirin. -
Li Hesekê û Dirbêsiyê Newroz: Gerîla hatin silav kirin
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Hesekê û Dirbêsiyê de çalakiyên gerîla hatin silavkirin. -
Newroza Reqayê: Dagirker wê teqez bêne têkbirin
Li Stada Şaredariyê ya li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiya Newrozê bi coş dewam dike. -
Newroza li Kobanê, Şehba û Helebê ji ber barana dijwar taloq bû
Pîrozbahiyên Newrozê yên ku wê îro li Kobanê, Şehba û Helebê bihatana lidarxistin, ji ber barana dijwar, hatin taloqkirin. -
‘Agirê Newrozê bi fikrên Rêber Apo geştir bû’
Şêniyên Kobanê û Efrînê diyar kirin ku Cejna Newrozê ji bo wan cejneke girîng e û gotin, “Me rastiya Newrozê bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Agirê Newrozê bi fikrên Rêber Apo geştir bû.” -
Şervanên YPJ û YPG’ê: Newroz nasnameya hevpar a gelan e
Şervanên YPJ û YPG’ê Cejna Newrozê pîroz kirin û gotin, “Mazlûm Dogan bi 3 zilkên şixartê agirê ku Kawa pêxistî, geştir kir. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvanan jî bersiv dan bangawaziya Mazlûm Dogan.”