ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Halîl Dag li Qamişloyê hat bibîranîn
Halîl Dag ê ku 1'ê Nîsana 2009'an şehîd bû, li Qamişlo hat bibîranîn. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4’ê Nîsanê pîroz kirin
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. -
Li Kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rêzeçalakî hatin lidarxistin
Li navçeyên Şêranê, Sirînê û Qada Jina Azad a Kantona Firatê bi wesîleya 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk, demek dirêj e li Rojava pirsgirêka elektirîkê heye
Îbrahîm Elî Yûsif diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hîn jî pirsgirêka elektirîkê didome û got ku divê rêxistinên navneteweyî vê rewşê bişopînin û bibînin ku dewleta Tirk şerekî çawa li dijî gel dimeşîne. -
Mehekê 121 caran êrîş li ser herêma Efrîn-Şehbayê hate kirin
Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker meha Adarê herî kêm 121 caran êrîşî herêma Efrîn-Şehbayê kir. -
Çeteyên DAÎŞ’ê 8 leşkerên Şamê ‘înfaz’ kirin
Hat ragihandin ku li Dêrazorê çeteyên DAÎŞ’ê kemîn danî ber leşkerên Şamê û piştre 8 ji wan ‘înfaz’ kirine. -
Leşkerên Tirk 2 ciwanên Ereb revand, fîdye xwest, êşkence kir
Artêşa Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şera ya Efrînê 2 ciwanên Ereb revand û êşkenceyeke hovane li wan kir. -
Li Ezazê teqîn: Herî kêm 8 kes mirin, zêdeyî 20 kes birîndar bûn
Saziya Çavdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Ezazê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, serê sibehê wesayiteke bombebarkirî teqiya, herî kêm 8 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn. -
Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Şervanên QSD’ê Basil Mihemed Tamê û Îmad Mihemed El Erîf ên ku di êrîşa li ser Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê hatin veşartin. -
QSD’ê nasnameya 2 şervanên di êrîşa DAÎŞ’ê de şehîd bûn, eşkere kir
QSD’ê nasnameya 2 şervanên ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Partiyên siyasî yên Şehba û Efrînê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin
Partiyên siyasî yên Kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdem hatin ba hev û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan. -
Hîba Ziyadîn: Herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de xeternak in
Lêkolînera HRW’ê Hîba Ziyadîn diyar kir ku wan bûyerên di navbera salên 2018 û 2023’yan de pêk hatine wan bi belge kirine û got: “Herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de herî xeternak in, em balê dikşînin li ser van kirinan.” -
Koçberên Efrînê: Em li kêleka Hêzên Rizgariya Efrînê ne
Koçberê Efrînê diyar kirin ku Hêzên Rizgariya Efrînê hêviya wan a azadiyê ne û gotin: “Em her dem li kêleka şervanên HRE’yê ne. Operasyonên şervanên me yên li hemberî dagirkeriya Tirk di çarçoveya xweparastinê de ne û rewa ne.” -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Li Çiyayê Kizwan yê gundewarê Hesekê di encama operasyona hêzên HATˊê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 2 çeteyên DAÎŞˊê hatin kuştin û 2 jî hatin girtin. -
Egîd li Helebê hat bîranîn, mûzexaneya dîroka PKK'ê hat vekirin
Gelê Helebê fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî û mûzexaneya dîroka PKK’ê vekir. -
Hefteya Lehengiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn
Bi boneya Hefteya Lehengiyê li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Li Kobanê wesayîteke bombebarkirî teqiya
Hate diyarkirin ku li Kobanê di wesayîteke bombebarkirî de teqînek pêk hat û hin kes birîndar bûn. -
Di êrîşa li Reqayê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî şehîd bûn
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa li Reqayê de 2 endamên Meclîsa Leşkerî şehîd bûn. -
Li Reqayê êrîşa çekdarî li ser bendeke QSD'ê hate kirin
Li Reqayê, li hemberî bendeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrîşeke çekdarî hate kirin. -
Rapora NY'ê ya li ser Sûriyeyê girîng e, lê kêm e
Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm got, tespîtên li rapora NY'yê girîng in, lê belê ji aliyê bicihanîna wan ve kêmasiyên mezin hene. -
Şervanên HRE'yê: Em ê siya dewleta Tirk ji vê axê rakin
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kirin ku ew ê hêviya gelê xwe pêk bînin û siya dewleta Tirk ji warê xwe rakin. -
Li Kobanê ji bo şervanê QSD'ê Zagros konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo şervanê hêzên Komando Zagros (Mistefa Yûsif) ê 18'ê Adarê li ser erka xwe şehîd ket, konê sersaxiyê hate danîn. -
'Berxwedana gerîla erşa dagirkeriyê hejand'
Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê 'Mizgîniya Newrozê' ya gerîla silav kirin û diyar kirin ku îradeya gerîlayên azad teknîka nukleerî ya dagirkeriya dewleta Tirk, xiyanet û dagirkerî têk biriye. -
Li Dêrazorê êrîşa li dijî Îranê. Yek jê berpirsyar 9 kes mirin
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li rojhilatê Sûriyeyê nîvê şevê êrîş li ser çeperên komên çekdar ên alîgirê Îranê hate kirin û di encamê de yek jê rayedar herî kêm 9 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Reşîd Hemo li Şehbayê hat veşartin
Reşîd Hemo ku duh di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Til Rifet de şehîd bibû, bi merasîmekê hat veşartin.