ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Salih Muslim: Tê xwestin ku hilbijartin bi êrîşan were sabotekirin
Salih Muslim êrîşên dewleta Tirk weke hewldana sabotekirina hilbijartinan pênase kir û got: ‘’Dewleta Tirk li hemberî hilbijartinan gelekî bêtehemil e. Lê belê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê teqez van hilbijartinan lidar bixe.’’ -
QSD: Di êrîşên dewleta Tirk de 4 şervanên me şehîd bûn û 11 sivîl birîndar bûn
QSD’ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 4 şervan şehîd bûne û 11 sivîl birîndar bûne. -
Êrîşa li ser Til Koçer û Til Hemîsê: 2 şervan şehîd bûn
Dewleta Tirk a dagirker 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di êrîşa balafirên keşfê yên li ser nuqteya QSD’ê de 2 şervan şehîd bûne. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ragihand
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raghand ku endamê wan Ebdulezîz El Ezîz li Hesekê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûye. -
Dewleta Tirk di meha Gulanê de li Efrînê herî kêm 30 kes revandin
Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora xwe ya meha Gulanê ya têkîldarî sûcên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wî yên li Efrînê weşand. -
Şêniyên kantona Firatê li dijî tecrîdê meşiyan
Li Kantona Firatê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek hate dayîn û meşek hate lidarxistin. -
Êrîşa li ser qadên çandiniyê yên Kantona Cizîrê
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Enîqa El Hewa yê di navbera Til Temir û Zirganê de şewat derxist. Li Çilaxayê jî 50 donim zeviyên genim şewitîn. -
Xelkê Şeddadê cenazeyê şehîd Ehmed Qati veşart
Cenazeyê Endamê Hêzên Xweparastinê Ehmed Qati El Kerdûş ku li Kantona Cizîrê di encama girtina kehrebeyê de şehîd bû, li bajarê Şeddadê hate veşartin. -
2 şervanên QSD'ê şehîd bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku li kantona Dêrazorê şehîd bûn. -
Dewleta Tirk li Minbicê 20 hektar zevî şewitand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca zevî bişewitin gundên Minbicê topbaran kirin, di encamêd e 20 hektar zeviyên li gundewarên Kantona Minbicê şewitîn. -
Cenazeyên du şehîdan bi merasîmeke biheybet li Kobanê hatin veşartin
Cenazeyên şehîd Armanc Kobanê û şehîd Îsmaîl Qadir bi merasîmekê biheybet li Kobanê hatin veşartin. -
Gelê Kantona Firatê Şehîd Armanc û Şehîd Îsmaîl oxir kirin
Gelê Kantona Firatê ji bo oxirkirina endamê Komandosê Şehîd Armanc Kobanê û endamê QSD`ê Şehîd Îsmaîl berê xwe dan Goristana Şehîd Dîcle. -
Li Tirbespiyê 53 şervanên azadiyê hatin bîranîn
Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê 53 şervanên azadiyê yên di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd ketin, hatin bîranîn. -
Dagirkeran hewl dan xwe berdin nava gundên Minbicê, lê nekarîn
Dewleta Tirk a dagirker hewl da xwe berde nava hin gundên Minbicê. Lê belê li berxwedaneke xurt rast hat û neçar ma vekişe. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand
Dewleta Tirk ku li Efrîn a dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye, li navçeya Cindirêsê du kesên din revand. Aqûbeta wan nayê zanîn. -
‘Li gor zagonên cîhanî girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e’
Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Mihemed Emîn da zanîn ku di hemû qanûnên mafê mirovan ên cîhanî de girtina rojnamevan Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e. -
Li Kantona Firatê ezmûn destpê kirin
Li Kantona Firatê xwendekarên ku tevlî ezmûna wêjeyî û zanistî bûn, diyar kir ku ew gelekî şanaz in ku bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin. -
Salih Gedo: Bi tecrîdê re mafê gelan tê binpêkirin
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, mafê gelê Kurd û gelên azadîxwaz tê binpêkirin. -
Li Kantona Firatê namzetên hevşaredariyê dest bi xebatên xwe kirin
Li kantona Firatê bi Hevbendiya partiyan heta niha 334 namzetan xwe hilbijartine û dibêjin ku ew ê bi vîna jinê ya azadiyê, şaredariyên demokratîk ava bikin. -
Malbatên şehîdan: Em ê tim li ser xeta gerîlayên xwe bin
Malbatên Şehîdan ên Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku wê heta dawiyê li ser şopa zarokê xwe bin. -
Namzetên şaredariyê yên Kantona Firatê hatin nasandin
Li Kantona Firatê şahiya propogandaya namzetên tevahî partiyan hat lidarxistin û xwe bi gel dan naskirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd El Mûsa hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd Xelîl El Mûsa yê 23’ê Gulanê li Dêrazorê şehîd bibû, Şedadê hat veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê welatiyek din revand, wesayîta wî desteser kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek din jî revandin. -
Li Şehbayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Şehbayê pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê bi meşekî girseyî hat protesto kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. -
Cenazeyê Şehîd Ebdulezîz li Hesekê hat veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulezîz Hesen El Ezîz li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşartin.