Dagirkeran hewl dan xwe berdin nava gundên Minbicê, lê nekarîn

Dewleta Tirk a dagirker hewl da xwe berde nava hin gundên Minbicê. Lê belê li berxwedaneke xurt rast hat û neçar ma vekişe.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Şevê din saet 02.00’an, komek çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundên Dendeniyê û Seyada yênbakurê rojavayê  kantona Minbicê. Di encama hişyariya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de, êrişa li ser her du gundan hate şikandin û çete  paşde reviyan."