YPJ: Em ê axa Efrînê bikin gora dewleta Tirk û çeteyên wê

Fermandariya Efrînê ya YPJ'ê destnîşan kir ku ew bi îradeyeke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin û wê bi ruhê Kobanê, Efrînê biparêzin.

Fermandariya Efrînê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser berxwedana Efrînê ku weke 'Berxwedana Mezin a Serdemê' tê binavkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku wan dewleta Tirk têk birine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev 6 roj in êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî sînorê Efrînê bi hemû dijwariya xwe didome. Li hemberî van êrîşên hovane Yekîneyên Parastina Jin YPJ û tevahî gelê me yî li Efrînê bi berxwedanek dîrokî, bi vîneke mezin û bi baweriya serketinê bersivê tund didin. Em ê Efrînê ji dewleta tirk û çeteyên wê re bikin goristan û hatina wan li wan poşman bikin."

DAGIRKER TÊK ÇÛN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 5 rojên dawî li bajarê Efrînê û navçeyên Şera, Bilbilê, Mabeta, Cindirêsê, Şiyê, Raco, Şêrawa û gundên derdorê şerekî dijwar qewimî, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, tank û topan bi rengekî terorîstî êrîş kir, xwest bikeve nava Efrînê, lê belê şervanan bi tundî bersiv dan û ew têk birin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Li hemû deveran şerekî dijwar rû da hîn jî ev şer dewam dike. Di şer de gelek kuştiyên dewleta Tirk û çeteyên wê hene. Lê hejmara van kuştiyên xwe vedişêre. Di daxuyanî û medyayên xwe de gotinên bi sedan windahî yê hêzên me hene didin lê ev daxuyaniyên wan hemû ne rastin. Di vî şerê 5 rojan de bi giştî 7 şervanên me şehîd bûne. 2 Hevalên me di êrîşên hewayî de şehîd bûn û 5 hevalên me di şer de bi qehremantî şer kirin û gîhiştin şehadetê. Dîsa dewleta Tirk îdda dike ku em gel wekî mertal di şer de bi kar tînin lê ev gotinên wan ne rastin. Dewleta Tirk bi zanebûn gelê me ê sivîl hedef digre da ku çavê gel bitirsîne û gel warê xwe biterikîne. Lê heya vê kêliyê gelê me ê Efrînê cîhê xwe ne berdane.  Gelê Efrînê ji bo axa xwe cih û warên xwe bernede di nava berxwedaneke mezin de ne. Bi şervanên YPJ ê re gav bi gav hem di çeperan de hem jî bi alîkariya xwe berxwedaniyeke mezin nîşan didin. Ev fedekarî, ked, berxwedaniya dayik û gelê me nîşan dide em silav dikin. Me çawa wek hêzên YPJ di Kobanê de pêşengtiya berxwedana dîrokî û parastina jin kir, em bi wî rihî îro li Efrînê carekî din bi rola xwe ya pêşengtiyê radibin û axa xwe diparêzin.

Hêzên me bi moraleke bilind li kêleka dayîkên me ên parastina cewherî, hêzên Asayîşê û gelê me yê Efrînê mil bi mil xaka Efrînê diparêzin û bi berxwedaniyeke bê hempa li berxwe didin. Em wek YPJ'ê soz didin em ê heta dawî yê axa xwe û gelê xwe biparêzin. Wê soza me bibe tol rakirin û sekna me wê bibe bilindkirina berxwedanê."

DÎMENÊ KU NAVENDA RAGIHANDINÊ YA YPJ'Ê JI NAVENDA EFRÎNÊ ÎRO WEŞAND