YPG’ê nasnameya 12 şehîdên Dêra Zorê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 12 şervanên xwe yên di 17-20’ê Çile de li Dêra Zorê şehîd bûbûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya  YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 12 şervanên xwe yên ku di dîroka 17-20’ê Çile di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir.  YPG’ê di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera giştî hatî weşandin wiha ye;

“Pêngava Bagera Cizîrê a ku 9’ê Îlonê bi pêşengtiya hêzên QSD, YPG û YPJ bi armanca rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê destpêkir, çar meh û nîv li pey xwe hişt. Çeteyên DAIŞ’ê ku piştî hilweşandina Reqayê hêza wî nema li Dêra Zorê şerê man û nemanê de ye. Çeteyên DAIŞ’ê ku ketine çemberê roja 20’ê Çileyê -roja ku dewleta Tirk a dagirker êrişê li ser Efrînê dabû destpêkirin re êrişeke berfireh a hemwext li ser çeperên şervanan kir. Şervanên azadiyê li hember êrişên DAIŞ’ê bi berxwedaniyeke mezin nîşan da û êrişên çeteyan hatin şikandin. Di vê şer û berxwedanê de 9 rêhevalên me heya kêliyên dawî bi lehengî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Her wiha 3 rêhevalên me 17-18’ê mehê de operasyona ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hatibû lidarxistin gihiştine şehadetê.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta 12 şehîdên me tevahî şehîdên şoreşê bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yên welatparêz re dixwazin. Emê bi giyana şehîdan li Dêra Zor heya Efrînê li dijî hemû dagirkeriyan heya dawiyê şer bikin da ku armanc û xeyalên şehîdan pêk bînin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Argeş Hesekê

Nav û Paşnav: Hemed Ezîz

Navê Dayikê: Ebîde

Navê Bav: Ebdulla

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nasnav: Canşêr Hesekê

Nav û Paşnav: Seîd Mustafa

Navê Dayikê: Wehîde

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nasnav: Çiya Kobanê

Nav û Paşnav: Mazhar Şêx Nems

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Xalid

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nasnav: Hîşam Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Ednan

Navê Dayikê: Yazî

Navê Bav: Seîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Temir

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nasnav: Lezgîn Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed El Huseyn

Navê Dayikê: Sebriye

Navê Bav: Omer

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nasnav: Memo Hesekê

Nav û Paşnav: Wail Xezîm

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Xesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nav û Paşnav: Mihemed Ehmed

Navê Dayikê: Ayşe

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 17 Çile 2018

***

Nasnav: Mîtan Hesekê

Nav û Paşnav: Muhened Dawud

Navê Dayikê: Qitna

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 18 Çile 2018

***

Nasnav: Rêber Hesekê

Nav û Paşnav: Henî Hisên

Navê Dayikê: Fediye

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nasnav: Salar Hesekê

Nav û Paşnav: Eymen El Eswad

Navê Dayikê: Eyde

Navê Bav: Xalid

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018

***

Nav û Paşnav: Xidir El Xidir

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Ferhan

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 18 Çile 2018

***

Nasnav: Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Malik El Elî

Navê Dayikê: Hesna

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 20 Çile 2018"