Xaziyê Kobanê dixwaze biçe Efrînê

Birîndarê Kobanê, ku malbata wî hemû di nava berxwedana Efrînê de cih digire û wî bi xwe jî xwe tevlî bibe, lê pêşniyara wî nehate qebûlkirin got, "Divê Kurdistanî seferber bibin. Efrîn wê ti carî têk neçe."

Xaziyê Kobanê Rojhat Welat ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Malbata wî ku li Hemamê dijî, niha bi rengekî çalak tevlî berxwedanê dibe. Xwişk û birayên wî niha li Efrînê di nava refên YPG û YPJ'ê de ne. Yên extiyar jî, li gel bomberdûman û komkujiyên tên kirin jî bi neterikandina cih û warên xwe re bûne beşek ji bexwedanê. Daxwaza Rojhat Welat a herî mezin tevlîbûna li nava berxwedana Efrînê ye. Rojhat Welat di berxwedana Kobanê de ji serî, pişt û lingên xwe gelek caran birîndar bû. Fermandarên wî pêşniyara wî qebûl nakin ku niha tevlî berxwedana Efrînê bibe.

Van rojan, di salvegera serketina berxwedana Kobanê û dewamkirina berxwedana Efrînê de Rojhat Welat ji me re qala tevlîbûna xwe li nava berxwedana Kobanê û hevkariya DAÎŞ-Tirkiyeyê kir.

PIŞTÎ KU SEFERBERÎ HATE RAGIHANDIN HAT KOBANÊ

Rojhat Welat, dema ku 15'ê Îlonê li dijî Kobanê êrîşê dest pê kir, xwendekarekî lîseyê bû. Piştî ku seferberî hate ragihandin, tevlî yek ji komên ku her roj berê xwe didan Kobanê bû û bi koma ji 83 kesî tevlî berxwedana Kobanê bû. Koma ji 83 kesî bi komên din ên ji bajarên Amed, Şirnex û Rojhilatê Kurdistanê bû yek. Ya ku leşkerên Tirk li ser sînorê Kobanê dikir, nîşan dida bê zor û zehmetiyeke çawa li Kobanê li pêşiya wan e. Dema ku xwe gihandin Kobanê dîtin ku têkoşîneke mezin li ber wan e.

Welat anî ziman, dema ku tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal li ber xwe didan, alîkarî û hêza herî mezin wan ji seferberiya gelê Bakur û nobeda wan a li ser sînor digirtin û wiha dewam kir: "Ya ku kêm kir ku DAÎŞ di sînorê Tirkiyeyê re derbas bibe û êrîşî me bike, nobeda gelê Bakurê Kurdistanê ya li ser sînor bû. Ev yek ji bo me hêzeke mezin, alîkariyeke mezin bû. Sînorê fermî yê Tirkiyeyê ji bo DAÎŞ êrîşî Kobanê bike, bûbû deriyekî mezin. Çend caran ji wir derbas bûn û êrîşî me kirin. Piştî ku gelê me li ser sînor bi cih bû û nobed girt, DAÎŞ'ê nema karî bi hêsanî ji sînor êrîşî me bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk neçar ma ku wan bi wesayitên xwe yên leşkerî deyne ser sînor. Me dinerî ku wesayita leşkerî ya Tirk hatiye, lê yên jê peya dibûn, çete bûn."

DAÎŞ JÎ DEWLETA TIRK E

Rojhat Welat ragihand, dewletên cîhanê niha êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê yê qirêj DAÎŞ'ê li dijî Efrînê ji nedîtî ve tên û got, "Dewleta Tirk êrîşî Efrînê dike, bi balafirên şer gelê sivîl dikuje û îdîa dike ku li Efrînê êrîşî DAÎŞ'ê dike. Eger hûn ji zarokekî Rojavayî jî bipirsin wê ji we re bêje ku DAÎŞ û dewleta Tirk yek e. DAÎŞ ti carî nekarî bikeve nava Efrînê."

DIXWAZIN LI EFRÎNÊ BI SER BIXÎNIN

Rojhat Welat diyar kir ku Erdogan tişta nekarî li Kobanê bi ser bixîne dixwaze li Efrînê bi ser bixîne û got, "Li Efrînê bombeyên bi tonan li sivîlan dibarîne. Komkujiyan dike. DAÎŞ rêxistineke gelekî hov e, lê dewleta Tirk ku afirînerê DAÎŞ'ê ye jê hê bêhtir hov e. Bi balafirên şer li hemû navçeyên Efrînê xist û komkujiyan dike. Divê hemû Kurdistanî ji bo Efrînê seferber bibin. Hevalên Arîn û Avesta fermandarên me ne. Weke şervanên fedayî yên li ser şopa wan, em ê ti carî nehêlin ku Efrîn bikeve. Mîna ku Kobanê neket, wê Efrîn ti carî nekeve."