QSD'ê bîlançoya êrîşên li dijî sivîlan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, dewleta Tirk li Efrînê yekser êrîşî sivîlan kiriye.

Daxuyaniya nivîskî bi sernavê "Dewleta Tirk li dijî jin û zarokan şer dike" hate weşandin û ev agahî da:

"Artêşa Tirk êrîşên xwe yên hovane yên li ser  gelê me yê aştîxwaz ê Efrînê zêde kir. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de hemû cûreyên çekan bikar tîne û gund û bajarên sivîl ên gunehên wan tune ye bombebaran dike. Tenê gunehê wan ew e ku Kurd in û li Efrînê dijîn.

Îro ji danê sibehê ve (23-1-2018) bû şahid, ku hovîtiya êrîşên Artêşa Tirk wekî êrîşên beriya wê ji çeteyên DAÎŞ'ê û Cebhet El-Nûsra ye. Di êrîşan de sivîl û çekdar ji hev ne hatin cûdakirin, bi çekên xwe yên herî giran bajarokê Cindirêsê yê sivîl kirin hedef û kîna xwe li dijî gelê wê bikar anîn.

Di encama bomebaran û topbarana bajarokê Cincirêsê de mal û milkên welatiyan hatin rûxandin, her wiha jin û zarok jî bûne qurbanî.

Li gorî encamên destpêkê 2 zarok jî di nav de 4 sivîl şehîd bûn, bi dehan welatiyên sivîl birîndar bûn.

Êrîşan wan hovîtiya çeteyan nîşan dide û ji zihniyeta DAÎŞ'ê qet ne cûdaye, ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî û rêxistinê mirovahî û komîteyên mafê mirovan dikin ku van êrîşên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan bibînin û kujeran eşkere bikin.

"Navê şehîdên sivîl:

Sewsen Reşîd 40 salî

Elmaz Horo 50 salî

Zarokek nasnameya wî ne hatiye zanîn

Ciwanek biçûk nasnameya wî ne hatiye zanîn.

Navê birîndaran:

Sozan Subhî SIlêman 11 salî, bi parçeyekî di serî de birîndar bûye.

Mihemed Elî Silêman 9 salî, bi parçeyekî di ling de birîndar bûye.

Ehmed Sebirî Kindî 45 salî, bi guleyeke di piştê de birîndar bûye

Mihemed Silêman Elîko 65 salî, ji serê xwe ve birîndar bûye

Hesen Hiso 52 salî, di riwê xwe de birîbndar bû

Arîn Hesen 33 salî, di serê xwe de birîndar bûye

Emîna Xelîl 50 salî, di lingê xwe yê çepê de birîndar bûye

Mihemed Reşîd Hesen 40 salî, di çoka xwe de birîndar bûye

Besma Mezo 32 salî, di lingê xwe yê çepê de birîndar bû ye

Mustefa Xelûf 14 salî, di lingê xwe de birîndar bû ye

Asiya Xelûf 15 salî, di riwê xwe de birîndar bû ye, her wiha parçe li lingê wê ketine

Mihemed Ebdlkerîm Elî 22 salî, parçe di serî de

Xeynep Yûsif 55 salî, parçe di serî de

AyA Kedro 15 salî, di çoga xwe  ya rastê de birîndar bûye, parçe li lingê wê jî ketine."