Malbatên şehîdan nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan
PDK'ê bi girtina deriyê sînor bersiv da çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG'ê. Malbatan nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.
PDK'ê bi girtina deriyê sînor bersiv da çalakiya malbatên şehîdan a ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG'ê. Malbatan nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.
Çalakiya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, ku ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan ên di destê PDK'ê de hate destpêkirin di roja 73'an de ye. Rayedarên PDK'ê vê sibehê deriyê sînor li çûn û hatinê girtin.
Endamên Komîteya Xizmetên Civakî yên Herêma Cizîrê û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê serdana çalakgeran kirin û nerazîbûneke tund nîşanî helwesta qirêj a PDK'ê dan.
Koma ji dehan kesî bi dirûşman ji aliyê çalakgeran ve hate pêşwazîkirin û li ber sînor daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hevseroka Midûriyeta Karên Koçberiyê ya Komîteya Xizmetên Civakî ya Herêma Cizîrê Feyrûşah Ramazan daxuyanî da, şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, "Cîhan tev zane ku di şer de cenaze radestî malbatên wan têne kirin ku ev yek di nava hiqûqa navneteweyî de cih digire. 73 roj in em li vê derê weke xelkê Rojava daxwaza wergirtina cenazeyên xwe ji kesên ku em ji wan re dibêjin xwişk û bira dikin. Em dixwazin ku cenazeyên şehîdên me radestî malbatan bikin. Ka biratiya PDK'ê?"
Feyrûşah Ramazan nerazîbûn nîşanî girtina Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê da û got, "Gelê me li vê derê bi rojane li benda wergirtina cenazeyên şehîdan e, lê PDK'ê deriyê sînor girt. Gelo biratî ev e? Di serî de xelkê me yê Başûr em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku bibin yek. Em ji partî û xelkê Başûr dixwazin ku li ber van polîtîkayên qirêj ên PDK'ê rabin."
Piştî ku daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû, endamên Komîteya Xizmetên Civakî û Meclîsa Malbatên Şehîdan li binê konê çalakiyê bi çalakgeran re rûniştin.