Li Efrînê bîlançoya hefteyekê: 308 çete û leşker hatin kuştin

QSD’ê diyar kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de 308 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.  4 serbaz, serçeteyê Koma Lîva El Semerqen jî hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên êrîşa dewleta dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir.

59 SÎVÎL Û 43 ŞERVAN ŞEHÎD KETIN

QSD’ê diyar kir ku di êrîşan de 59 kesên sîvîl hatine qetilkirin û 134 sîvîl jî birîndar bûne. QSD’ê got ku, di şerê 6 rojan de 3 jê şervanên YPJ’ê bi giştî 43 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re

Dewleta Tirkiyeyê bi hevkariyeke eşkere bi Cebhet El-Nusra û tabûrên radîkal ên girêdayê wî re şerekî vekirî li dijî gelê me li Efrînê saet di 16:00’an roja şemiyê ya 20’ê Çileya 2018’an da destpêkirin û hemû hêza xwe ya leşkerî ya bejahî û ezmanî bi kar tîne û tank, panzêr û topavêjên xwe li dijî gundên herêma Efrînê bikar anîn û welatiyên sivîl armanc digirin.

Di encamê de ziyanên mezin bi welatiyên sivîl bûn û piraniya qurbaniyên sivîl zarok û jin in. Hovîtiya dagirkeran hê jî li pêşiya çavên hemû cihanê berdewam e û hemû pîvanên mafên mirovan bin pê dikin bêyî ku ti alî li hemberî vê yekê tiştekî bike.

Em van êrîşan weke berdewama êrîşên terorîst ên berê li dijî gelê me yên weke DAIŞ’ê bi nav dikin, nemaze Tirkiye hewl dide rêxistina DAIŞ’ê ku ji ber derbeyên hêzên me êdî li ber tunebûnê ye ji nû ve vejîne.

Li hemberî van êrîşên hovane, hêzên me bêdeng neman, lê belê li dijî vê hovîtiyê berxwedaneke leheng bi rê ve dibe û bi lehengî erka xwe pêk tîne û hêza xwe ji rihê fedekariya gelê Efrînê li hemberî êrîşa artêşa Tirk werdigre. Em ji raya giştî re piştrast dikin tevî ku Tirkiyeyê hemû hêz û teknelojiya xwe li dijî herêmê bikar tîne û çekên NATO’yê li dijî welatiyên sivîl dide xebitandin, lê dîsa jî nikaribû serkeftineke leşkerî li ser erdê pêk bîne û di encama şer û pevçûnên hefteyekê de rastî ziyanên mezin hat. Lê mixabin artêşa Tirk kuştina zarok û jinan weke serkeftina xwe bi nav dike. Bi rastî komkujiyên qirêj li dijî zarok û jinan li Efrînê pêk anîn.

Êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê ne tenê li dijî kantona Efrînê bû, lê belê li dijî kantonên Kobanê û Cizîrê jî pêk hat.

BÎLANÇOYA 6 ROJAN WISA YE

Efrîn:

1.Topbarana topavêj û hawanan: 699 top

2.Êrîşên ezmanî: 191 êrîş

3.Êrîşên bi helîkopteran: 1 êrîş

4.Balefirên keşfê bênavber hê jî digerin

5.Pevçûnên rû bi rû: 136 pevçûn

6.308 êrîşkarên cûda hatin kuştin û di nava wan de 4 fermandar û yek ji wan fermandarê Tugaya Semerqend ê bi navê Ehmed Fayiz û du birîndar û cenazeyên 4 leşkeran ketin destên şervanên me

7.Hêzên me miqdareke çek û belgeyên leşkerî desteser kirin

8. Hejmareke alavên leşkerî hatin rûxandin, ji van 4 panzêrên cûreya “Dûvpişk” û çar panzêrên veguhestina leşkeran, siwareyeke doçka li ser, traktorek, her wiha du tankên din, tireksek û panzêreke BMB hatin bêbandorkirin.

9.Pevçûnên ku encamên wan bi dest me neketine: 7 pevçûn.

10. 43 şervanên QSD’ê şehîd bûn û di nava wan de

11. 134 birîdarên sivîl û 59 şehîdên sivîl.

MINBÎC

Tabûreke radîkal a girêdayî Tirkiyeyê hewldaneke êrîşê kir û di hewldana xwe de çekên doçka bi kar anîn.

KOBANÊ

Artêşa Tirk sê êrîş bi çekên giran li dijî gundê Zormixarê pêk anîn û topavêj û hawan û çekên doçka bi kar anîn.

KANTONA CIZÎRÊ

Artêşa Tirk bi tank û topavêj û hawanan deverên sivîlan topbaran kir û avêtina 9 topan hate belgekirin û di encamê de 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û welatiyekî din birîndar bû.

Evan agahiyên jorîn encamên êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê ya 6 rojan e û encamên roja Înê 25’ê Çile nagire nava xwe.”