Hêviya ji Soçî mîna rejeya tevlîbûnê kêm e

Tevî ku Rûsya li gel Tirkiye û Îranê bi heman e amadekariya wê dikin, beşeke mezin a vexwendiyên konferansa Soçiyê ku duh dest pê kir, tevlî nebûn. Vê yekê, bendewariya ji civîna bilind ku kêm bû, kêmtir kir.

Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Soçî duh bi pêşwazîkirina vexwendiyan û hin civînên teknîkî dest pê kir. Dihate plankirin ku 1600 nûner tevlî bibin. Lê belê Kurdan ji ber êrîşên li ser Efrînê ragihandin ku wê tevlî nebin. Konseya Danûstandinan a Bilind a Sûriyeyê û Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalîfên Sûriyeyê yên tevlî hevdîtinên Cenevre û Viyanayê dibin, wê tevlî civînê nebin.

LI GORÎ AFP'Ê TENÊ 350 KES TEVLÎ CIVÎNÊ BÛNE

Dihate gotin ku hejmara kesên tevlî civîna bilind bibin wê 1600 kes be. Danê êvarê hat îdîkakirin ku yên tevlî bûne 350 kes e. Lîsteyeke ku gihîşte ajansa AFP'ê nîşan da ku tevlîbûn gelekî kêm e. Tevî ku amadekariyên berfireh jê re dihate kirin jî, konferansa navborî cihekî biçûk di çapemeniya Rûsyayê de girt. Sedema vê yekê jî kêmbûna tevlîbûnê tê nîşandan.

Li konferansa li Soçiyê wê îro danûstandinên bingehîn werin kirin. Tê texmînkirin ku beşdarên konferansê tenê hêzên nêzî rejîmê û bermayiyên ji hêzên di warê leşkerî de li pêşberî hêzên rejîmê têk çûne, pêk tê. Her wiha dihate payin ku hin kesayetên ji ol û etnîkên li derveyî Ereban tevlî bibin.

NAYÊ HÊVÎKIRIN Û ÎRO LIHEVKIRINEK PÊK WERE

Berevajî hevdîtinên Cenevreyê, beşdarên konferansa Soçiyê bi navê sazî ya jî partiyekê tevî nabin. Li şûna vê weke nûnerên etnîk an jî komeke olî hatine vexwendin. 

Her wiha, temamiya vexwendiyan tevlî bibin jî, di mijara qedandina şerê Sûriyeyê, nivîsandina destûra bingehîn a nû û rê û rêbazên pêvajoya derbasbûnê de nepêkan e ku biryarek were dayin. Hejmara beşdaran bi sedan jî be, ya jî mîna Rûsya timî tîne ziman 1500-1600 jî be, li konferanseke ku nayê zanîn bê kî temsîla çi dike, nayê payin ku îro (30'ê Çileyê) lihevkirinek pêk were.

Bêguman mîna li Cenevreyê, Tirkiyeyê zext û zordariya xwe ya ji bo pêşîgirtina li tevlîbûna PYD'ê, li Soçiyê jî deqwam kir. Tevî ku Rûsyayê heta kêliya dawî got, "Wê nûnerên Kurdan jî tevlî bibin" erêkirina dagirkeriya Tirk ji aliyê Rûsyayê ve bû asteng li pêşiya tevlîbûna rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û gelek nûnerên kurdan.

Tê payin ku li konferansa Soçiyê, serokatî, komîteya organîzeyê, komîteya bilind û komîsyonên îdarî û destûra bingehîn bê avakirin.

Li gorî daxuyaniyên fermî, bendewariya herî girîng a ji Soçiyê avakirina komîsyona destûra bingehîn û destpêkirian pêvajoya amadekirina destûra bingehîn e.

WELATÊN ROJAVAYÎ NE LI BENDA SERKETINA SOÇÎ NE

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û welatên mîna wan tevlî vê konferansê nebûn û careke din dubare kirin ku ew di çareseriya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de israr dikin. Rêveberiya DYA diyar kir ku wê nûnerê xwe neşîne Soçî.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan jî di dema serdana xwe ya Japonyayê de daxuyanî da û diyar kir ku ti bendewariya wan ji Soçî nîne. Le Drîan bi bîr xist ku rejîm tevlî danûstandinên hefteya bihurî yên li Viyanayê nebû û niha jî komên 'mûxalîf' tevlî Soçiyê nabin, lewma ev yek li pêşiya bendewariyan asteng e.